Li Amedê 2. Rojên Tenduristiyê yên Mezopotamyayê hate lidarxistin.
Kongre bi zimanên Kurdî , Tirkî û İnglîzî bû û li kongreyê bi giranî li ser nexweşiyên şerpençeyê hate gengeşîkirin.
Li Amedê ji aliyê Odeyên Tabîban a Amedê Rojên Tenduristiyê yên Mezopotamyayê hate lidarxistin. Teybetmendiya herî mezin ya kongreyê ew bû ku ji bo beşdervanan bi 3 zimanan (Kurdî , Tirkî û İnglîzî)di derheqa nexweşiyên şerpençeyê de agahdarî hate dayîn.
Di naw vî sazkariyê de odeyên tabîba yên Êlih (Batman) Sêrt û Şirnax jî hebûn. Di kongreyê de pirtir bijîşk û hekîmên Kurd hebûn. Ji xeynî bijîşkên Kurd ji Rojhilata Navîn û ji Tirkiyeyê jî gelek bijîşk û hekîmên biyanî amade bûn.
Kongre di salona ‘Navenda Çand û Hunerê Cêgerxwîn’ de hate lidarxistin Serokê Sazkarê Kongreyê û Odeyê Tabîban Dr. Selçuk Mizrakli di axaftina xwe de da zanîn ku li herêma me jiyana mirovan ne weka standardên drêjiya jiyana mirovên cihanê ye. Li dinyayê tê zanîn ku rewşa tenduristiya mirovan bi girêdayiya drêjbûna jiyana mirovan e.
Li Welatên wek Swêd û Japonyayê jiyana mirovan gelek dirêje û ew jî tê wateya ku mirovên her du welatan ji aliyê tenduristiyê ve gelek pêşketine.
Lê em dizanin ku di civata me de û li welatên ku ne pêşketîne, nexweşiyên belavbûnî bi awayekî zêde xwe dide jiyandin. Ez hêvî dikim ku jiyana mirovên me drêj bibe û ew çax em dikarin bêjin tenduristî li welatê me pêşketiye.