Polîtîk

ELÇÎ : Faîlên nediyar di bin kontrola JİTEMÊ de ne

JİTEM li Tirkiyeyê bûye sembola dema tariyê û kuştinên faîlê nediyar jî di bin kontrola JİTEMÊ de hatin kirin.

Serokê Baroya Şirnaxê Nûşîrvan Elçî da zanîn ku kuştinên faîlê nediyar ji aliyê JİTEMê ve hatin kirin û ne mimkûne ku emê tiştekî dî bifikirin.

Di paşarojê de ji nav JİTEMÊ gelek îtîrafkar dixebitîbûn û îro li gor daxuyaniya wan û li gor daxuyaniyên malbatên kesên ku hatin kuştin derdixe holê û eşkere dike ku kuştinên faîlê nediyar ji %90 di bin kontrola JİTEMÊ hatine kirin.
 
Elçî wiha berdawam kir : JİTEM hem li herêmê û hem jî li Tirkiyeyê bûye saziyekî navenda xebatên tarî. Wekî tê zanîn JİTEM ji bo îstixbaratê hate lidarxistin lê xebatên xwe li ser herisandina Kurdan û ji bo berdewamiya desthilatdariya hîn kesan dane meşandin.

Li gorî me ji bo peydakirina pêvajoyekî ronahî , pêwîste ku hemî xebat û faaileyetên JİTEMê derkevin holê û em dikarin bi vî awayî kujerên faîlên nediyar jî tespît bikin. Heger JİTEM eşkere nebe ne mimkune ku demokrasî li Tirkiyeyê cih bigre.

Back to top button