Polîtîk

Nêçîrvan Barzanî li gel opozisyonê civiya

Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî, ligel nûnerê hersê fraksyonên Tevgera Goran, Komela Îslamî û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê civiya. Armanca civînê nîqaş û gotûbêjkirina derbarê pirsa pirosesa Yasaya Desteya Hilbijartinên Herêma Kurdistanê de bû.

Civîn bi armanca çareserkirina nakokiyên navbera Fraksyonên Opozisyon û Fraksyona Kurdistanî bû li ser pesendkirin û pêkanîna Desteya Bilind a Hilbijartinên Herêma Kurdistanê, ku niha li Parlamentoya Kurdistanê nakokî li ser hene û her sê Fraksyonên Goran, Yekgirtû û Komeleya Îslamî ya Kurdistanê wê projê red dikin.

 
Sedema redkirina projê ji aliyê opozisyonê ve, nebûna rola wan e di Desteya Bilind a Hilbijartinan de. Herwiha aliyên opozisyonê daxwaz dikin ku deste bi awayekî serbixwe û şefaf kar bike.

 
Biryar bû projeya Desteya Bilind a Hilbijartinên Herêma Kurdistanê di civêna doh a Parlamentoya Kurdistanê de bihata nîqaşkirin, lê civîn li ser daxwaza Fraksyona Kurdistanî bo demeke nediyar hat paşxistin. 

 

(Rudaw)

Back to top button