Polîtîk

Generalên tirk yek bi yek îfade didin

Serokê Serfermandarê 2. yê berê Orgeneral Çevîk Bîr di çarçoweya lêpirsîna ‘’Devrimci Karargah Orgutu’’yê de bi sifêta stembar îfade da.

Çevîk Bîr di derhaqa dengên qeydkiriya Gerînendeyê Ewlekariyê berê yê Hanefî Avciyê ku ji alîkariya Rêxistina Terorê Devrimcî Karargehê hatîbû girtin, îfade da. Bîr bi danê nîvro li Beşîktaşê di Dadgeha Îstanbulê de ji dadger Kadîr Altinişik re îfade da.

Çevîk Bîr nêzîkî nîv seat li dadgehê ma û dema ku derket pirsên rojnamevanan ne bersivand. Tenê ji bo rojnamevanekî got ‘Êvar baş’ û ji dadgehê derket.

Serê sibehî jî Fermandarê Artêşa 1. ê berê Orgeneral Îsmaîl Koçman di çarçoweya lêpirsîna ‘’Devrimci Karargah Orgutu’’yê de bi sifêta maxdûr îfade dabû.

Koçman dema ji dadgehê derket pirsên rojnamevanan bersivand û got : ‘’ Min gilî kir.Dema min generalî dikir ji ber gohdarîkirina santralan dengên min jî hatîbûn qeydkirin.’’

Back to top button