CivakRojev

Li Almanya rewresmek ji bo Feyaz Ekmen hate li darxistin

Li Almanyayê Ji Bo Hevalê Me Kek Feyyaz Ekmen Merasîmeke Welatperwerane Hate Li dar Xistin

Îro(03.05.2021) li Bajarê Kolnê yê Almanyayê ji bo hevalê me , Cîhgirê Serokê Giştî PAKê kek Feyyaz Ekmen merasîmeke welatperwerane hat eli dar xistin.

Li Camîya Kolnê piştî nimêja cenazeyê hate kirin, bi beşdarîya malbata Kek Feyyaz Ekmen, rêveber, endam û alîgirên PAKê, nûnerê PSKyê Lezgîn Berzan, nûnerê PDK-Bakur Bayram Ayaz û gelek sîyasetmedar, rewşenbîrên Kurd û nas û dostên Kek Feyyaz Ekmen bi tedbîrên Covid-19ê merasîmek hate li dar xistin. Li gel qedexeyên covîd-19ê jî gelek kes beşdarî merasîma cenazeyê Kek Feyyaz Ekmen bûn.

Tabûta cenazeyê kek Feyyaz Ekmen bi Alaya Kurdistanê û bi Alaya PAKê hate pêçan. 

Di merasîma cenazeyê de Endamê Meclîsa PAKê Siraac Kirici axaftinek kir. 

Sirac Kirici di axaftina xwe de , behsa kesayet, dilsozî, fedakarî, nefsbiçûkî, biryardarî, welatperwerî, wêrekî, hevalbendî, mirovahîyetî û ked û xebat û têkoşîna Kek Feyyaz Ekmen kir.Sirac Kirici got ‘’Kek Feyyaz Ala azadîya Kurdistanê tu carî li erdê nexist û em jî soz didin ku emê di rêya wî de bimeşin û emê Ala Kurdistanê , Ala Azadîya Kurdistanê jî tu carî li erdê nexin û di Kurdistaneke azad de dê gelê me mizginîyê bide kek Feyyaz û hemû şehîdên Kurdistanê’’.

Cenazeyê Kek Feyyaz Ekmen roja 04.05.2021ê di seet:10.00ê de bigihêje Balafirgeha Batmanê.Cenazeyê kek Feyyaz Ekmen eynî rojê dê li Kercewsê bê veşartin.

Ji ber qedexeyen Covid-19ê û qedexeyên derketina devre ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê, gelek rêveber û endam û alîgirên PAKê û welatperwerên Kurdistanê mixabin dê nikaribin beşdarî veşartina cenazeye kek feyyaz Ekmen bibin.

Piştî qedexeyên Covîd-19ê rabûn, di demeke minasîb de, rêveber û endam û alîgirên PAKê û welatperên Kurdistanê dê sereana mezelê Kek feyyaz Ekmen bikin.

03.05.2021

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Back to top button