Polîtîk

Li Ala Kurdistanê xwedî derketin(vîdeo)

Li Diyarbekir partî û aliyên siyasî daxistina Ala Kurdistanê li ser avahiya Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê û PDKTê şermezar kirin. 
Li Diyarbekir HAK-PAR, KADEP,PAK,KUDP-H,Hereketa Azadî, TEVGER,Guruba Diyalogê ya Dicle û Firat û hinek dezgehên sivil hatin ba hev û daxuyaniyek çapemeniyê ragihandin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku demekê de ku hukumet behsa pirsa çareseriyê dike, behsa rewşek aram û demokratik dike, êrîşê tinê li ser komele û partiyên Kurdistanî û Ala Kurdistanê tine xwar. Em vê helwesta hukumetê protesto dikin.
Daxuyaniya aliyên siyasî:

JI RAYA GIžTŽ RE

Di van rojê dawî de alayên li ser Komeleya Ciwanên Kurdistanê û Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiyê ji aliyê polîsan ve bê agahdarî hatin daxistin.

Ala Rengîn rûmeta me ye, weke her neteweyan,nirxên Kurdistaniyan yên jêneger jî hene,Ala rengîn remza temamê Kurd û Kurdistaniya ye.

Ji aliyê din ve,li Zaningeha Artukluyê li ser xebatên çanda Kurdî tehamulî nekirin û Prof. Dr. Kadri Yildirim bi komployekê hate binçavkirin.

Dîsa,piştî ku Partiya Azadiya Kurdistanê bi fermî muracaata damezrandina xwe kir, mixabin bi awayekî ne qanûnî Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, belgeya teslîmwergirtinê teslîmî damezrenêrên PAKê nekir.

Ev helwesta li djî PAKê, binçavkirina Kadri Yildirim û ya li dijî alaya Kurdistanê, nîşana siyaseteke nû ya Hikûmeta AKPê ya li dijî azadiyê, demokrasiyê û nirxên neteweyî ye.

Li ser van tehamuliyên nirxên Kurd û Kurdistanê, serokwezirê Tirkiyê birêz Ahmet Davutoglu dibe mêvanê Herêma Kurdistanê; ev nakokî nayê îzahkirin.

Em saziyên ku li jêr îmza wan hene,bêhiqûqiyan şermezar dikin û hikumetê dawetî hiqûqê dikin.

PAK

HAK-PAR

KADEP

KUDP-H

HEREKETA AZADî

DDKD

DIYALOGA DÎCLE Û FIRATÊ

TEVGERA CIWANÊN KURDISTANÊ

 

Ji bo temaşekirina vîdeo:
Back to top button