Civak
Li 5 rojan da zêdetirê 700 donim zeviyên çandinê şewitandin
Îşev 16.05.2020 terorîstên Daîş agir berdan deşta Qerat û çiyayê Qereçoxê ku 11 km ji bajarê Mexmûr ve dûre û Qaymeqamê Mexmûrê behsa ewe dike ku li pênç rojan da zêdetirê 700 donim zeviyên çandinê şewitîne.
Rizgar Mihemmed Qaymeqamê Mexmûrê ragihand îşev demjimêr 21:00 an de agir berdane zeviyan û eve li navçeyê de heftemîn agirê mezine û ji 11ê nîsanê ve heta niha zêdetirê 700 donim zeviyên çandinê hatine şewitandin.
Qaymeqamê Mexmûr balkişand li ser wê yekê ku ji bilî şandina tîmên berevaniya şaristaniyê, kehrebeya navçeyê jî pêkirine ku cotkar bikarin motorên bîrên avê bixebitînin û agirê bitemirînin.