Polîtîk

Goristanekê pîrozê Cihûyan şewitandin

Jonathan Greenblatt Berpirsê Yekîtiya Dijî Buxtan li twittek da behsa şewitandina goristana Ester û Mordechai (Êstro Mordxay) li bajarê Hemedan kiriye ku yek ji cihên pîrozên cihûyane.

Li twittera xwe de Jonathan Greenblatt dibêje: Çend raporek di derbarê şewitandina goristana Ester û Mordechai cihê pîrozê cihûyan belav bûye. Em hêvîdarîn berpirs, bikerên vê hewla dijî cihuyan radestî edalet bikin û sozê bidin ku cihên pîrozên kêmîneyan û cihên olî yên li Îranê da biparêzin.

Heta niha medyayên Îranê li vî derbarî de bêdengin. Lê belê li vî derbarî de Îlan karêstkats Nûnerê Taybetî yê Dewleta Amerîka li çavdêrî û berevaniya li gel dijî cihuyan, vê yekê şermezar kir. Li gor gotina wî berî 3 mehan çendîn gef û xwepêşandan dijî vê goristana cihuyan hatibû kirin.

Back to top button