Polîtîk
Li 5 bajara operasyona KCKê
Walîtiya Bedlîsê, bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku, li Amed, Bedlîs, Sêrt, Wan û Mêrdînê, li ser daxwaza Dozgeriya Komarê a Erkdara Taybet a Wanê ve operasyona hevwext pêk hatiye. Di daxuyaniyê de hat îfadekirin ku, li dijî sazbûna KCKê a “Meclîsa Ciwanan a Welatparêz û Demokratîk” operasyon hatiye lidarxistin.
Di encama operasyonan de, li Bedlîsê 7, li Amed, Wan û Mêrdînê 3 kes hatine binçavkirin. Kesên hatine binçavkirin, birine Gerînendeya Ewlehiya Bedlîsê.