Polîtîk

Di 93 an de çi bû?

Di sala 1993 an de, li Geliyê Bekaa, dema rêberê PKKê Abdullah Ocalan agirbest îlan kir, hêviyeke mezin di nav civakê de çêbû. Piştî agirbestê bûyereke provoke pêk hat, 33 leşker hatin kuştin. Îro derdikeve holê ku di sala 1993 an de jî, dewlet bi Ocalan re rûniştiye û lihevhatiye. Lê hîn di gava yekem de, pêpaşk avêtine ber û pêvajo bi dawî kirine. Heta niha PKKê 7 cara agirbest îlan kiriye mixabin pirsgirêk nahetiye çareserkirin. 

20ê Adara 1993 an de Ocalan agirbest îlan kir. 17ê Nîsana 1993 an de Ozal mir an hat kuştin. 24ê Gulanê de li Çewlikê 33 leşker hatin kuştin. Di deraxî 3 mehan de ev bûyerên mezin qewimîn.

Şemdîn Sakik di îfada xwe de diyar kiribû ku, kuştina 33 leşkeran karê cuntayê bûye.  

Hevalê xebatê û Gerînendeyê Sekreteriya Taybet a Serokomarê Tirkiyê yê berê Turgut Ozal, Fevzî Îşbaşaran  angaşteke cidî bi çapemeiyê re parve kir. Îşbaşaran îdia dike ku, di navbera Ozal û Ocalan de gellek caran hevdîtin çê bûne. Ozal bi bahaneya Talabanê û Barzanî diçe Kurdistana Başûr û bi Ocalan re hevdîtina dike. Di encama hevdîtinan de lehevdikin. Lîsteya 70 kesan didine Ozal ku wana dike li welatekî Îskandînav bicih bibin. Ocalan dike biçe Norweçê. Milîtanên PKKê jî dike bi dizî ji çiyan dakevin û biçine mala xwe. Çek, 10 kîlometre dûra sînor dike bihata berdan. Li heman mercan de lihevkiribûn lê nebû. Him Ozal hate kuştin  him jî Eşref Bitlis Paşa. Xwediyê ev îdiayan Fevzî Îşbaşaran dibêje yên dixwastin xwîn biherike qezençkirin. 

Dîsa di van rojan de çek berdan tê niqaşkirin lê xuyaye ku, wek mînakên berê, destên nepenî kare careke din desta bibe ser çekan. 

Back to top button