Em ji bo Roboski li Fatihê ne
Îro li Stanbulê navçeya Fatihê li ser nave beş û kesayetên cuda di derbarê komkujiya Roboskiyê de, bi zimanê Kurdî û Tirkî daxuyaniyek çameniyê ji aliye editorê Kovara Yordam ve tê xwendin.
Di vê derbarê de Mehmet Said Çakir li ser navê komiteya amadakar daxûyaniyek belav kir û xelkê vedixewînê cihê ku daxûyanî lê bête xawendin.
Cih: Park a Itfaiyê
Dem: 16.06.2012
Demjimêr: 13.00
Ev jî deqê daxûyaniya çapemeniyê ye:
DAXUYANIYA ÇAPEMENIYÊ JI BO ROBOZKÊ
Piştî kuştina 34 (sih û çar) Kurdên Robozkê/Qilabanê re nîv sal derbas bû. Qetlîameke ku şeş meh in tê xwestin ku em jibîr bikin… Dîtina kujeran li aliyekî, zîhniyeta ku lêborînekê jî zêde dibîne, dixwaze ku ev zilma neînsanî nebînin. Ji kesên wekî me re yên ku dixwazin qatil werin dîtin re dibêjin: “Qetlîamê îstîsmar nekin.”
Belê, di dîroka 28ê Çileha 2011an de ji aliyê Hêzên Eskerî yên Dewletê ve operasyonek hate êkirin û bi gelemperî zarok 34 Kurd hatin qetilkirin. Hikûmetê ji bo vê qetlîamê lêborînekê jî nexwest. Pşî gotin ” Ev komplo ye, dixwazin hikûmetê sûcdar bikin.” Pişt re jî gotin ” Ev xeletiyek bû, tazmînat be em ê bidin! Pere bidin wê dengê xwe bibirin.” Wekî din wezîrekî hikûmetê got ku ” Heke nehatina kuştin wê jixwe bi sûcê qaçaxîtiyê bihatina cezakirin.” Dozgerî dewayê bi şerha veşartî hewaleyî dadgeha leşkerî dike.
Serokwezîr di derheqê Dêrsimê de axaftinên hestiyar dike, lê di derheqê vê qetlîamê de dixwaze pirsgirêkê tenê bi tazmîmanê çareser bike. Çapemeniya ku oldaran temsîl dike, dibêjin ”Rondikên we yên ku ji bo Robozkê hatin xwarê, ji bo terorîsta bû ava heyatê”, bi van gotinê xwe dixwazin li ser mirinê zimanekî bêexlaq êbikin. Yên ku bêdeng namînin jî ji karê xwe dibin.
Ne şerên ji bo bidestxistina îqtîdara dewletê û ne jî denge û hesabên navnetewî, ji van sedeman tu yek jî nikare xwestina edaletê bide jibîr kirin û bêdengkirin. Mêjiyê dewletê li Qilabanê/Robozkê dîsa polîtîkayên xwe ê hezar salî da nşandan û da dubarekirin. Qetlîam ji bo ku di navbera hikûmetê û cimaetê de û lîberalên Emererîkî de nebe sedema melzemeyê eşkere re, li holê ye û zindî ye.
Em kesên xwedî wijdan, bi şerê di nava hêzan re eleqedar nabin. Di şerê siyasî de teref nîn in. Tenê em dixwazin ku bila ji kesên li Qilabanê canên me, birayên me kuştine hesap bê sitendin.
Em kesên xwedî wijdan, ji bo berpirsiyariya ku dikeve ser milê me, em dixwazin ku qetlîama ku li Qilabanê/Robozkê qewimî, kujer û berpirsiyarên vê qetlîamê bê dîtin û bên cezakirin. Em tenê dixwazin ku edalet were bicîh. Li gorî sûcdarkirina hikûmetekî, ji sûcdarkirina kesekî girîngtir nîn e. Îro jixwe hikûmet bi vê bêdengiya xwe, xwe sûcdar kiriye, qebûl kiriye.
Ji bo ku em vê ”bêdengiyê” ji holê rakin em li vir civiyan. Em ê ji bo 34 çar mirovên mesûm, 34 deqîqe bêdeng, bêslogan û tenê em ê dengê wijdana xwe guhdar bikin û bisekinin. Heta ku berpirsiyar hesab nedin, li vir em îlan dikin ku em ê dev ji wan bernedin û em ê bixebitin. Em ê tu wextê destûrê nedin ku Robozkê bi mirinan bê bibîranîn.