Polîtîk

Kesek nikare li ser kurdbûna me biaxive

Dema li Wanê di çerçova doza KCK-ê de operasyon çêbûn û serokê şeredariya Wanê û hinek berpirsên herêmî yên BDP-ê hatin binçavkirin, serokê şeredariya Diyarbekirê Osman Baydemîr daxuyaniyek da.

Baydemir di daxuyaniya xwe de behsa zordariya hukumeta AKP-ê kir û herweha rexneyek gelek tund li parlementerên kurd yên di nava AKP-ê de kirîbû.

Osman Baydemir di derbarê parlementerên kurd yên AKP-ê de gotibû:Eger keseyeta wan hebê divê ji AKP-ê îstifa bikin.Vê nekin wê ev gel tifî rûyên wan bike.

Li ser vê daxûyaniya serokê şeredariya Diyarbekirê, perlementerên AKP-ê yên kurd konferansek rojnemevanî darxistin û bersiva Osman Baydemir dan.

Parlementerên kurd yê AKP-ê, Cuma Îçten, Galip Enserioglu,  Ziver Özdemir, Eşref Taş, Emin Dindar û Mustafa Bilici di bersiva xwe de gotin ku kesek nikare mihasebeyê kurdbûna me re bike.

Parlementeran got: Em kurdin û kesek nikare behsa kurdbûna me bike.Em ne qaşu kurdin, em ji dil  kurdin.Belki hinek kes bikaribin me bikujin lê kesek nikare tifû rûyê me bike.

Back to top button