Polîtîk

Levin: Amerîka û Kurdistan gelek nêzîkî hev bûne

Îro çarşem 03.09.2014 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Senator Carl Levin Senatorê Herêma Michigan ya Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka û şanda li gel kir.

Li hevdîtinê de Senatorê Herêma Michigan ya Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka ji bo rexsandina vê hevdîtinê spasî Serok Barzanî kir û ragihand gelê Amerîka hest bi nêzîkiyekî zêde li gel gelê Kurdistanê dike û behsa kultûra pêkvejiyana gelê Kurd kir ku li navçeya Rojhilata Navîn bêwêneye. Kultûrek ku tu cûdahiyek li navbera peyrewên olan de nabîne û her wiha destxweşiyê li hîkmet û dûrbîniya Serok Barzanî û serkirdayetiya Kurdistanê kir ku bi berdewam kar ji bo çareserkirina kêşeyan û li heman demî de pêkanîna xewnên gelê xwe dikin. Senatorê Herêma Michigan ya Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka li dirêjahiya axaftina xwe de nîgeraniya xwe ji bo geşkirina şiyanên terorîstan û wan tehdîdan nîşanda ku terorîst li dijî Kurdistanê û pêkhatên olî û neteweyiyên Nînowa de dirust kirine.

Li beranber da Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina Senator Carl Levin û şanda li gel kir û spasiya gel û Serok û Cîgirê Serokê Amerîka jî kir ku li şerê dijî terorê da yarmetiya Kurdistanê dane û eve jî xisterû ku em naxwazin Amerîka û cîhana azad zarokên xwe ji bo şer bişînin Kurdistanê belku tenê em dixwazin palpiştiya mirovî û serbazî ji bo gelê Kurdistanê û Pêşmerge dabîn bikin bo ku bikarîn bergiriyê li xwe bikin û hemwelatî û pêkhatên olî û neteweyiyan biparêzîn. Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku bi wê abluqeya deh sale da ku ji aliyê Hikûmeta Iraqê li ser Pêşmerge hatibû sepandin ku berevajiya rêkeftinan jî bû û bûye sedema wê yekê hêzên Pêşmerge ji çekên nû û meşq û rahênana berdewam bêbeş bibe û ragihand li gel wan hemû giriftan ku rê nadîn bi tu awayekî teror pêgeha xwe li Kurdistanê de hebê û bi tundtirîn awayî berengarî wê dibîn.

Rewşa jiyana koçberan mijareke dinê vê hevdîtinê bû û Serok Barzanî balkişand li ser wê hejmara zêdeya koçberan ku xwe spartine Kurdistanê û wê yekê xisterû ku hewandina wê hejmara mezina koçber û penaberan li şiyana Herêma Kurdistanê derbas kiriye û ragihand ku çareseriya girifta koçberan eweye ku bikarin wan vegerînin cîh û warên xwe.

Proseya siyasiya Iraqê û asta hemahengî û peywendiya di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê mijareke dinê civîna di navbera Serok Barzanî û Senatorê Herêma Michigan ya Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka bû.

Back to top button