Dizeyî: Pêşmerge ji Kerkûkê û deverên din dernakeve

Hikûmeta Kurdistanê bersiva daxuyaniya Hadî Amirî serokê rêxistina Bedir ya şîiyan ku, gotibû divê hêzên pêşmerge ji Kerkûkên û deverên din paşde vekişin, da û got ku, hêzên pêşmergeyê Kurdistanê ji Kerkûk û deverên  kurdistaniyên erveyî îdareya herêma Kurdistanê paşde venakişin.
Sefîn Dizeyî peyvdarê hikûmeta Kurdistanê di bersiva Hadî Amirî de dibêje:
–          Ji bo paşdevekişandina hêzên pêşmerge ji deverên kurdistaniyên derveyî îdareya herêma Kurdistanê tu biryar nînin. Hêzên pêşmerge nuha wan deveran diparêzin û çûna pêşmerge bi wan deveran ji bo parastina emniyetê ye. Arteşa Îraqê nikarî wan deveran biparêze.
 
–          Hêzên pêşmergeyê Kurdistanê ser bi wezareta pêşmerge û li jêr biryara serokê herêma Kurdistanê de ye. Hêzên pêşmerge bi tenê bi biryara serokê herêma Kurdistanê û biryara wezareta pêşmerge ya hikûmeta herêma Kurdistanê tevdigerin. Her kes û aliyê ji derveyî van her du saziyan li ser paşdevekişan yan bicîkirina pêşmerge daxuyaniya bide, dîtinek siyasî û şexsiye.

Weke tê zanîn duhî roja sêmeniyiyê Hadî Amirî serokê rêxistina Bedir, baskê çekdariyê şîiyan, serdana bajarê Kerkûkê kir û di pireskonferensekê de digel Necmedîn Kerîm waliyê Kerkûkê li bajarê Kerkûkê got: ”Em rê nadin hêzên pêşmerge li deverên cîyê nakokiyê (deverên madeya 140) bi cî bibin.”

Nêrînek

  1. Gelo ev cahil ,”Hadí Amirí” serdana ké diké?,&i karé wí li kerkúké heye,?,ew bi navé ké qise diké?.Ez pi$trastim,ku Amirí zilamé Maliki u Írané ye,u zihniyeta wí u DAÍ$É wekhevin,armanc dijatiya Kurde.Bi rasti péwistiya bersiva gotinén van cahilan u nijadperestan níne.

  2. Birayen Delal em bas zanin ku ev buyer FERSA u ye TIRKANE \r\nçimki ev xayin u xunxar naxwezin KURD bibin xwedane dem u dezga xwe u bi erde xwe jiyan bikin.\r\n\r\n\r\nPas buyeren SINGALE her tist eskere bu , dost u dujmine KURDANE kine..?.\r\nGelo kuçikan de pirtir welate bisirmana hene kijane buyeren li ser KURDAN u SENGALE SERMEZARKIR ….? \r\n\r\nEv her tist eskere bu namusa me Kecen me mina heywana difrosin ….ev ji be me mirine ne jiyane …..\r\n\r\nWali Kerkuke kuçike Fersaye tela Irane le dixe ev dem derbas bu xwede sukir bisirman pista me nine hemu dine pistame meye\r\n\r\n\r\nBiji Kurd u KURDISTAN \r\n\r\nSilav u Rez

Nerîna min :