Polîtîk

PKK li Şingalê 30 kesin

Siyasetmedar û parlamenterê berê yê Parlamentoya Kurdistanê, Ebdulselam Berwarî ji KDP.info re ragihand: “PKKê me necar dike ku rastiyan bêjin, çendîn salin partiyên siyasî li Bakûrê Kurdistanê ji ber destê wan dinalin, ev demeke ji her kesekî re diyare ku li hember partiyên din jî tekrewiyê dikin, gelek caran tohmetan dixin histê PDKê jî, lê eve PKKê, ku bi tenê xwe dibîne.”

Ebdulselam Berwarî got jî: “PKKê nikarî li Bakûrê Kurdistanê bistek axa Kurdistanê azad bikin û ala xwe li ser bilind bikin, ku dê li cihekî, xwedî hikûmet û parlaman wî karî bike, gelek caran xatirê wê hatiye girtin û ji ber kurdayetiyê persiva wê nehatiye dayîn. Hemû civaka Navdewletî hikûmraniya li Herêma Kurdistanê nasdike, lê ew dijberatî û kînê jê digrin.”

Berwarî herwiha diyar kir, tu pirsgirêk di navbera PDKê û PKKê de nîn in, lê ew li her cihekî derfetê bibînin wisa dikin.

Derbarê Şingalê jî ew çavdêrê siyasî dibêje: “Şingal xwedî girîngiyeke taybete, nêzîkî Rojavayê Kurdistanê ye û ji wan re cihekî hizbî başe, herwiha dixwazin kar liser wan dengê xelkê nerazî bikin, û dixwazin ji xelkê re bêjin em li Başûrê Kurdistanê hene, û di vê rewşê de rastiyekê bi ser me de feriz bikin.”

Ebdulselam Berwarî dibêje: “Cemîl Bayik wek dijminê Gelê Kurd daxwaz ji welatên derve dike, ku çekan nedin herêma Kurdistanê.”
Parlamenterê berê yê Parlamentoya Kurdistanê, Ebdulselam Berwarî dibêje: “Bi hemû hêza PKKê û PYDê li Şingalê 30 kes in û hîna Cemîl Bayik jî hewil dide ku çek ji derve neghê destê Pêşmerge, niha ku rê bo koçberan hatiye vekirin, ew ne tenê rê li pêşiya koçberan digrin, lê belê dibêjin me koçberên ser çiyê rizgarkirine, lewra PKKê siyaseta xwe serneketî ya 30 salî, dûbare dikin ku bûye sedema ji destana gelek destkeftan.”

Back to top button