Cîhan

Leşkerên Esed reviyanê Iraqê

Qaymeqamê navçeya Rutba ya parêzgeha Enbarê ya Iraqê ragihand ku piştî rûxandina rejîma Beşar Esed 2 hezar û 100 leşkerên artêşa Sûriyê reviyane Rutbayê. Leşker li Balafirgeha Marsanatê tên bicihkirin.


Qeymeqamê navçeya Rutba ya parêzgeha Enbarê ya Iraqê li ser sînorê Sûriyê Îmet El Duleymî ragihand ku piştî rûxandina rejîma Beşar Esed 2 hezar û 100 leşkerên artêşa Sûriyê reviyane Rutbayê.

Bi rûxandina rejîma Beşar Esed li Sûriyê revîna leşkerên rejîmê ber bi Iraqê ve didome. Qeymeqamê navçeya Rutba ya parêzgeha Enbarê ya li ser sînorê Sûriyê yê Iraqê Îmet El-Duleymî di daxuyaniya xwe de ragihand ku 2 hezar û 100 leşkerên artêşa Sûriyê li navçeyê bi cih bûne. Duleymî der barê rewşa leşkeran de agahî da û diyar kir ku leşker li Balafirgeha Marsanatê ya 70 kîlometre dûrî navçeya Rutbayê ye hatine bicihkirin. Duleymî da zanîn ku leşkerên reviyan xwe di konan de vedihewînin û li herêmê ceyran, av û germahiyê kêm in û got ku piraniya leşkerên reviyan dixwazin vegerin welatên xwe. –

Back to top button