Polîtîk

Lêpirsîn:Dengên Ak Partiyê digihe ji % 50

Li Tirkiye 12-ê meha Hezîranê hilbijartinên Parelementoyê hene. Di derbarê belavbûna dengan de û rewşa partiyên siyasî de rojane hinek lêpirsîn têne kirin. Lêpirsîna herî dawî ji aliyê dezgehê lokolîna ANAR ve hate kirin û encamên vê lêpirsînê di kanala televiyona CNN-Turk de hate belav kirin.

Li gora hatî ragihandin ev lêpirsîn gelek berfireh çêbûye û pirsên lêpirsînê ji zêdeyê 100 hezar kesan hatiye pirsîn. Piraniya lêpirsîna carê li gel 1000-3000 kesan tê kirin, lê 100 hezar kes hêjmarek ji bo lêpirsînekî gelek mezine.


Li gora encamên vê lêpirsînê rewşa niha eve:

Ak-Partî : Ji % 49

CHP : Ji % 24

MHP: Ji % 12

Dengên din jî di nav partiyên ku di bin baraja ji % 10-ê de diminîn de belav dibin.

Li ser encamê vê lêpirsînê gelek gengeşe hatin kirin. Lê dixweyê ku dê Ak partî nêzikî ji % 50 deng bigire. Herweha tê zanîn ku Ak Partî hesabekî dike ku MHP bimînê di bin baraja ji % 10-ê de. Ji xwe dema mirov li rewşa lêpirsîna dibîne roj bi roj dengên MHP-ê kêm tir dibin.

Back to top button