Polîtîk
Îro roja dawî ya xwepêşandanê li Silêmaniyê ye
Amedevanên xwepêşandanên ber dergeha Sera ya Silêmanîyê ragihandin, ku dê îro wê roja dawîya xwepêşandanên wan be.
Îro bi sedan hevwelatîyan beşdarî di xwepêşandanekê de kirin û daxwazên xwe yên bajarvanî û xizmetguzarî pêşkêş kirin.
Çend endamên komîta madevan a van xwepêşandanan dan xuyakirin, ku ew dê di dawîya xwepêşandana îro de daxuyaniyekî jî belav bikin û tê de daxwazên xwe bidin naskirin.
Endamên rêxistina van xwepêşandanan weha jî dan nîşandan, ku wan komîteyek jî pêk anîne da ku guft û goyan bi berpirsên hukûmeta herêma kurdistanê re bike.
Nûçe:Zîrek Ebdurrehman / Silêmanîyê