Civak

Pêşmerga li dora Kerkûkê girt

Doh li Kurdistana Başûr rojek taybet derbas bû. Gelek deng hebûn bû li Hewlêrê piştî mêja îniyê dê xwepêşandanên mezin çêbibin, heta demekî xeberek belav bû ku,xelk li ber derê parêzgeha Hewlêr civîyane û sereya hewlêr şewitandine. Lê ev xeber  bi temamî derew bû. Destên ku dixwazin Kurdistan tevlîhev bibe ev xeberên çewt belav dikiran. Li Hewlêr xwendevanan ji bo pişgiriya PDK-ê xwepêşandanek darxistin û bi gelek aramî derbas bû. Herweha evarî li bajarê hewlêr, xelk daketin kolanan keyf kirin û kolanên bajar bibû wek cihê festîvalekî.

Li Silêmaniyê xwepêşandanek gelek aşitiyane pêkhat û xelkê daxwazin xwe ji bo kirina reforman û zêdir xizmet kirinê gihandin hukumeta herêma Kurdistanê.
Doh li Kerkukê xwepêşandan li dijê kurda hebûn. Li qeza Hewec, ereban êrîş birin li ser dam û dezgehên hukumetê û hemî şewitandin. Li Kerkukê erebên şovenîst weneyên sadam rakirin û dijê daxwaziyên kurdan û taybetî dijê cigbicih kirina madeya 140-ê dengê xwe bilin kirin. Li Kerkukê di xwepêşandanê de kuştî û birîndar çêbûn. Ereban êrîş birin ser kurdan. Ji bo vê yekê jî hêzên zerevaniya Kurdistanê bi biryara hukumetê berbi Kerkukê ve çûn.

Hêzek mezin ya pêşmergeyên Kurdistanê ji bo parastina jiyana kurdan li dijê erîşên erebên şovenîst derdora Kerkûkê dorpêş kirin.Hate ragihandin ku xelkê kurd jî ji bo parastina jiyana xwe tedbîrên pêwîst distînin.

Back to top button