CivakKultur

Lêborîn, aşitî û aramî cewhera ola Îslamê ye

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî peyamek bi minasebeta hatina  Remezanê belav kir,  Barzanî pîrozbahiya Remazanê li hemû mislmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê kir. Herwiha daxwaz kiri ku ev meha pîeroz bibe meha lêborîn, aşitî û aramiyê ku ew cewhera ola Isalmê ne. Deqê peyama Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî: Bi navê xwedayê mezin û dilovan(Şehr remezan allezî anezil fiye alquran hedîllnas û bînat min alhedî û alfurqan)- Sadaq allah al azîm-Bi helkefta hatina heyva Ramazana pîroz ve, germtirîn pîrozbahiyê li hemû misilmanên cîhanê bi giştî û Herêma Kurdistan û Iraqê bi taybetî dikim.Hêvîdarim hatina meha pir bereket û rehmeta remezanê bibê cihê xêr û xweşiyê ji bo gelê Kurdistan û Iraq û hemû mirovayetiyê û dawî hatina teror û tundrewî û derbasbûna Kurdistan û Iraq û navçeyê ji nexweşî û belavbûna aştî û pêkvejiyan û bexteweriyê ji bo hemû mirovayetiyê.Bila meha pîroza remezanê bikîn derfetek ji bo hevkarî û aştî û lêborîniyê ku peyama serekî ola pîroza îslame.Mesûd Barzanî29 ê Şe’ban 1437 koçî05.06.2016 

Back to top button