Cîhan

Lawikê Batmanî xelata Harvard ê wergirt

Geylani Can ku kurê karkereke bajarê Batmanê ye ji saziya Lêkolîna Pençeşêra Amerikî û Enstituya Lêkolîniya Pençeşêra Britanya xelata Lêkolîna Transatlantik û 400 hezar dolaran wergirt.

Can piştî ku sala 2009 an xwendina xwe ya li Batmanê xelas kirî li bajarê Izmîrê Beşa Cinsî û Biyolojiya Molekulan (IYTE) ya Enstituya Zanista Bilinda Izmîrê xelas kir û xwendina xwe ya bilind jî li Swêdê bi dawî anî. Geylanî Can 2012 an li Estituya Gurdon ya Zanîngeha Cambridge doktora kir û paşê wekî lêkolîner li Harvard Medical School dest bi kar kir.

Lêkolîner Geylanî Can bi projeya xwe ya ziyanên li ser DNA û çareserkirina wan de, di navbera hezaran kesan de bû xwediyê wê xelatê û 400 hezar dolaran.

Back to top button