Wêneya li hevkirina tirkiye û Iraqê ya li dijî Başûrê Kurdistanê

Dewleta tirkiyê bi awayeke nihênî li gel Wezîrê nû yê Iraqê Mistefa Kazimî li hev kiriye, ev li hevhatin «Bikaranîna PKK ye ji bo lawaz kirina pêgeha Kurdistanê».
Li gor agahiyên herî taybet Hakan Fîdan Serokê Rêxistina Îstîxbarata Dewleta tirkiye (MIT) li roja 11.06.2020 serdana Bexdaya paytexta Iraqê kiriye û dû civînên nihênî li gel Mistefa Kazimî Serok Wezîrê nû yê Iraqê û Felah Feyaz Şêwirmendê Encûmena Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê pêkanîne.
Naveroka li hevhatina civînê planeke din ya qirêj ya li dijî Başûrê Kurdistanê hatiye amadekirin.
Li gor hinek zanyariyan Mevlud Çavuşoglu Wezîrê Derveyê tirkiye û Hakan Fîdan civîna li gel Kazimî de van daxwaziyan kirine
Razîbûna Iraqê ji bo lêdana PKK li Başûrê Kurdistanê.
Iraq cih û warên Herêmên PKK bide tirkiyê bi taybetî li navçeyên Şingal û Mexmûrê.
Mistefa Kazimî li ser van her du xalan razî bûye û niha Iraq li ser du xetan vê erkê bicîhtîne, ya yekem alîkariya tirkiyê dike û cihên PKK ji bo tirkiyê eşkere dike, ya duyan jî bi awayekî hevalbendiya xwe li Şingal û Mexmûrê li gel PKK berdewam dike û ji bo ku nekeve bin gumanê.
Her li vê derbarê de Hikûmeta Iraqê demeke pir dirêje mûçeyên hejmareke herî zêde ya gerîlla û rêvebirên PKK dabîn dike bi taybetî ewên li qadên Şingal û Mexmûrê.
Hakan Fîdan û Mistefa Kazimî li hev kirine ku PKK weke hêcetek bikarbînin bo ku Başûrê Kurdistanê lawaz bikin û bi vê yekê, Hikûmeta Başûr di nîqaş û li hevhatinên li gel Iraqê de daxwaziya tu îmtîyaz û mafan neke.
Dewleta tirkiyê bi 4 rojan piştî serdana Çavuşoglu û Hakan Fîdan ya Bexdayê, êrîşî ser Başûrê Kurdistanê destpêkir û li şeva 15.06.2020 an navçeyên Şingal û Mexmûrê armanc kirin û zêdetirê 81 ciyên PKK têkdan.
PKK jî ji bo ku xwe ji wan êrîşan biparêze bi awayeke sîstematîk xwe nêzîkî gund û bajarokên Başûrê Kurdistanê dike bo ku bibin navçeyên serbazî û ew gund werin valan kirin û bikevin bin kontrola wan û ev yek jî çêbû ku ji 15 ê vê mehê ve 18 gundên Başûrê Kurdistanê bi tevahî hatin dagîr kirin.
Sedema pevçûnên PKK û arteşa dewleta tirkiyê ya li ser axa Başûrê Kurdistanê, heya niha zêdetirê 450 gundan hatine dagîr kirin.
Bi heman awayî li hevhatineke li navbera Iraqê û Îran û PKK de ji bo navçeyên tixûbî yên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê heye.