Polit Buroya YNKê di serokatiya bafil Talabanî de civiya û hinek biryarên ku çarenûsa YNK kifş bike wergirtin.
Politburoya Yekîtiya Nîştimanî bi komkirina dengan biryarên (Bafil Celal Talebanî) derbarê dûrxistina (Lahur Genkî Burhan, Jîno Mihemed, Şadman Mela Hesen, Ala Tehsîn Hebîb) ji partiyê pesend kir.
Herweha cemidandina (Aras Cengî Burhan) bo heyama 6 mehan, biryar piştî bidawîhatina wexta radestkirina îtirazê hatin pesendkirin û hemû tedbîrên rêkxistinî hatin girtin, û biryar li gor biryara dawî yê bernameya navxwe ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê hatine girtin.