Lahur Cengî ji bo xiyaneta xwe veşêre êrîşê PDKê dike
Parlamenterekî PDKê dibêje, berpirsê îstixbarata YNKê Lahûr Cengî dixwaze bi êrişa li ser PDKê, xiyaneta 16 Cotmehê veşêre.Duh berpirsê îstixbarata YNKê Lahûr Cengî li devera Baziyan ya Silêmaniyê di mîtînga partiya xwe de bi tundî êrişî PDKê kiribû û gefa wê yekê xwaribû ku eger sînoran derbas bikin dê wan bavêjin aliyê din yê sînor!Li ser vê yekê, parlamenterê PDKê li parlamentoya Kurdistanê Nazim Herkî ji BasNewsê re got, Lahûr Cengî mîna xortekî negihîştî dipeyîve. Wisa dizane bi wê gîreqîrê dikare xiyaneta 16 Cotmeha par û lawaziyên xwe veşêre.Nazim Herkî hişyarî da YNKê û got, bila YNK dua bike partiyên din rûpelên dîrokê venekin, eger tiştekî wisa bibe wê çaxê kesên mîna Lahûr dê li ber pêlên xiyanetê biçin. Bi hezaran pêşmerge û welatiyên Kurdistanê canê xwe kirin qurbana Kurdistanê lê Lahûr xiyanet li xwîn û canê wan kir û xaka ku ew qas bona wê şehîd bibûn, teslîmî neyarên kurdan kir.Wî parlamenterê PDKê anî ziman ku kîn û kerba malbata Talebanî li hember PDKê nû nîne û got, lê divê ew xewna derxistina PDKê ji meydanê bi xwe re bibin qebrê!Mestan Amanc/Bas