Polîtîk

Ozdag:Em li dijê wêne ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê..!

Serokê Partiya Serkeftinê Ümit Özdağ tevlî kongreya partiya xwe ya parêzgeha Aksarayê bû. Ozdag axavtina xwe ya di kongreyê de behsa fermîkirina zimanê kurdî kir.

Özdağ diyar kir ku ew li dijî wê yekê ne ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û zanîngehên bi zimanê kurdî perwerdeyê bikin bêne vekirin.

Özdağ got, “Ma em ê dîroka Tirkî bi Kurdî fêr bikin? Ma em ê edebiyata Tirkî bi Kurdî fêr bikin? Xwendekarek ku ji dibistana seretayî heta lîseyê bi Kurdî perwerdehiyê dibîne, dê çawa di azmûna zanîngehê de bi ser bikeve?”

Özdağ her wiha got, “Ma hûn ê ji bo vê yekê zanîngeheke Kurdî ya cuda vekin? Ev projeyek e ku neteweya Tirk parçe bike û bi çavkaniyên dewletê neteweyek din li ser axa Anatoliyê mezin dike.”

Ozdag got: Ew kesên ku dibêjin “destûra ku di bin çavdêriya Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê de hatiye çêkirin” û li dijî Destûra Bingehîn a 1982an derdikevin, niha plan dikin ku di bin çavdêriya PKK û Abdullah Öcalan de destûrek nû çêbikin.

Back to top button