Civak

Lahor Cengî û Heşdî Şeibî bi qaçaxî nefta Kerkûkê difroşin

Lahor Cengî bi alîkariya milîsên Heşdî Şeibî ve firotina nefta Kerkûkê berdewam dike û berpirsekî Partiya Sosyalîst jî wê yekê teqez dike. Çavdêrekî siyasî jî aşkera dike ku bi dahata wê neftê ve hewla geheştinê dide bo peywirên bilind ên YNKê.

Berpirsê malbenda Kerkûkê yê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê Resûl Rauf ji BasNewsê re ragehand: ‘’Xelk nîgerane, ew rêkeftina li ser Kerkûkê hatiye kirin bo neftê, li ser asayîş an jî berjewendiyên mafê xelkê vî bajarê li berçav nehatiye girtin, zêdetir li gor destkeftên firotina neftê ye. ew rêkeftinane jî hatine kirin ku bi qaçaxî firotina nefta Kerkûkê ye. ti destkeftekî bo bajar nebûye.’’

Herwaha got; ‘’Ew nefta naha bi qaçaxî diçe, bi rêya partiya desthilat a kurdî ve diçe, ku bo neftê li gel hêza leşkerî ya Iraqê û desthilata Bexdayê rêkeftine. Bo berjewendiya bajar ew rêknakevin, ji ber wê nefta Kerkûkê bûye dahat bo hin partiyan.’’

Navborî got, nefta Kerkûkê li gor rêkeftinekî tê henarde kirin. Ji ber ‘’Eger rêkeftin nebe, nefta Kerkûkê bo Îranê û cîhên din naçe. Bi taybet jî bo Îranê.’’

Berî naha jî nûnera Kerkûkê li Parlamentoya Iraqê Emîre Zengene ji rojnameya Bas re ragehandibû, ‘’Dizîna nefta Kerkûkê berdewam dike û tankerên neft, tankerên xwe li Keywan û li bîrên din ên neftê de tejî dikin û dibin, difroşin û ew nefte jî ber bi Silêmanî û ji wê derê ve bo Îranê diçe.’’

Herwaha diyar kiribû ku rojane bi hezaran tanker bi talan kirin dibin û ‘’Hemû zanyarî li ber destê min hene ku Heşdî Şeibî nefta Kerkûkê didize û dagir kirina Kerkûkê jî ji aliyê Heşdî Şeibî ve bo wê yekê bû ku hemû tiştên serekî de desthilatî di dest wan de be, bo ku dizîna nafta Kerkûkê asan be û naha jî bixwe kontrola rewşê dikin. Bi asanî û bê lêpirsîn û çavdêriyekî li ser nefta Kerkûkê hebe didizin. Xiyanetkarên 16ê cotmehê 2017ê jî ku Kerkûk radestî Heşdî Şeibî kirin, wan ne tenê nefta Kerkûkê firotin, herwaha axa Kerkûkê jî hemû firotin.’’

Herwaha teqez kir: ‘’Nefta Kerkûkê ji Silêmanî û ji wê derê ve jî bo Îranê dibin. Herwaha em vê jî dizanin ku beşek ji neftê li derdora Silêmaniyê difroşin û gruba 16ê cotmehê 2017ê alîkar û hevbeşin di birina nefta Kerkûkê de. Milîsên heşdî şeibî tenê wî karî nakin. Gruba 16ê cotmehê ew kesin ku deriyê Kerkûkê vekirin bo Heşdî Şeibî. Ji ber wê yekê jî kirin ku bi dilê xwe nefta bajar bidizin û beşek ji dahata wê jî ji wan re bê dayîn.’’

Herwaha çavdêrê siyasî Dr. Nasîh Efur jî ji basnewsê re ragehand: ‘’Xelkê Kerkûkê baş dizane Lahor Cengî û gruba nav YNKê çawa destê wan li gel Heşdî Şeibî heye û naha li ser bajar de jî çawa sepandine dizanin.’’

Herwaha got, Lahor Cengî destekî bilind di firotina nefta Kerkûkê de heye, ji ber di dema xiyaneta 16ê cotmeha 2017ê de rêkeftin li gel Heşdî Şeibî û artêşa Iraqê re pêkanî.

Çavdêrê siyasî got, di encama firotina nefta Kerkûkê de, naha Lahor Cengî xwedî pareyekî zêde ye, ji ber wê naha çend rojek maye bo pêkanîna kongreya YNKê, dest bi belav kirina pare û demançeyan bo endamên kongrê kiriye.

Nasîh Xefûr got: ‘’Lahor Cengî hewl dide bo kongrê, namzedê bask û aliyên YNKê bikire, ku pêgeha xwe bihêz bike. Wek çawa di dema bûyerên 16ê cotmehê de rolekî çalak hebû, ku 38 endamên rêveberiya YNKê îmzaya rêkeftina YNKê û Heşdî Şeibî û artêşa Iraqê kirin dîsa heman awayî wan dixwaze bikşîne gel xwe.’’

Herwah aşkera kir, eger Lahor Cengî pare û grubekî çekdarî nemîne, bandorekî wî ya wisa nav YNKê de namîne û bi taybet nikare bigehe rêveberiya partiyê jî.

Back to top button