Rêveberiya Xweser gavên pratik neavêtine
Endamê Desteya Serokatî ya ENKS Feysel Yûsif diyarkir ku babetên di daxûyaniya Rêveberiya Xweser liser yekrêziya kurd li rojavayê Kurdistanê de hatin e, ger pêkwerin erênî ye, lê heta niha bi taybet di mijara girtiyên siyasî yên ENKS de gav nehatiye avêtin.
Feysel Yûsif ji K24ê ra axivî û ragihand piştî binpêkirina Rêkeftina Duhokê pêwendî di navbeyna ENKS û PYD de neman. Lê, bi destpêşxweriya Fermandarê Giştî yê HSD Mezlûm Kobanî hevdîtin di navbeyna HSD û ENKS de pêkhatin û piştî wê Rêveberiya Xweser daxûyaniyek jî belav kir. Ligor ENKS li pirsan wekî pakêcekê temaşe dikin û dixwazin pêngav di derbarê pakêcê de bê avêtin. Lê, heta niha pêngav nehatine avêtin.
Liser sekna ENKS girêdayî yekrêziyê Feysel Yûsif got: “ENKS di mijara yekrêziyê de ciddî ye û ji aliyê din ve jî, daxwaza ciddiyetê dike. ENKS aliyek girîng a revgera kurd li Rojavayê Kurdistanê ye. Raya giştî ya navxweyî û derve jî weha dibîn e.”
Endamê Desteya Serokatî ya ENKS Feysel Yûsif anî ziman hin aliyên dinav PYDê de, di rojên dawî de tînin ziman, ku girtiyên ENKS nîn in û beşdarî nav Rêveberiya Xweser bibe, seknek kevn û wekî berê ya daxûyaniya Rêveberiya Xweser e. Ji xwe ew daxûyanî li dij beyannameya Rêveberiya Xwesere jî. Ew dinav xwe de, divê zelaliyekê nîşan bidin.