Civak

Lahor Cengê terorê dike

Çend roje gotegotên kuştina rojnamevanekî bi navê Zanko Burhan belav bûye ku berê di tomareke videoyî de aşkera kiribû, ji aliyê Lahor Cengî yê ku yek ji kesên serekî yê gruba xiyaneta 16ê cotmeha 2017ê ye gef lê xwaribû ku bikuje.

Rojnamevan Zanko Burhan dema borî de çend babetekî belgeyî û videoyî belav kiribû ku ji ber aşkera kirina çend karekan, Lahor Cengî şermezar bû, ji ber wê jî demeke li tora civakî ya facebookê belav kir ku Lahor Cengî gefa kuştinê lê xwariye.

Zanko Burhan rojnamevan li weşaneke zindî de dibêje: ‘’Her demekî ku ez hatim kuştin, teror kirin, jinavbirin, çi tiştekî bi serê min hat, bizanin ku kujerê min Lahor Cengî ye, dubare dikim ji naha ve ji min bibîhîsin.’’

Piştî winda bûna Zanko Burhan û belav bûna gotegotên kuştina wî hejmarek zêde li çalakvanên torên civakî û pêgehên nav torên civakî daxwaza aşkera kirina çarenivîsa Zanko Burhan dikin.

Back to top button