Îtalya: Nabe Tirkiye eskera rêke Libya
Serokwezîrê Îtalya Giuseppe Conte di daxûyaniyekî ya xwe de behsa helwesta Tirkiye ya li gel Libya kir got: Nabe Tirkiye midexeleyek leşkerî li Libyayê bike û eskera rêke Libyayê.
Conte dibêje ku, Îtalya hewldide ku pirsgirêkên Lîbyayê bi hevdîtin û diyaloga bê çareser kirin.Conte di van rojên dawî de bi rêya telefonê li gel serokê Rusyayê û li gel serokê Misrê axiviye û behsa rewşa Libyayê kiriye. Serokwezîrê Îtalya li gel serokkomarê Tirkiye jî bi rêya telefonê pêwendî daniye û jê xwestiye ku, Tirkiye hêzên xwe rênekê Libyayê. Ev helwesta Tirkiye rewşa heyî aloz tir dike.
Conte dibêje ku, dive Tirkiye midaxeleyek eskerî baş binirxîne û li gora vê biryara xwe bide. Conte berdewamiya axavtina xwe de dibêje ku, helwesta rêkirina hêzên leşkerî bo Libyayê rewşa heyî gelekî têkdide û arîkariya tu tiştek baş nake.