Cîhan

Kurtulmuş: ‘Welatiyên Kurd welatiyên me yên rêza yekem in, birayên me ne’

Di civînên ji bo Budçeya Hikûmeta Navendî ya 2023an li Parlementoya Tirkiye de, li ser navê Koma AK Partiyê Numan Kurtulmuş axavtinek kir.

Kurtulmuş li ser rexneyên ku dibêjin Ak Part li dijê Kurdaye bersivek da û got: “Ez dixwazim bibêjim ku em vê yekê bi kategorîk red dikin. Birayên me yên Kurd ku welatiyên Komara Tirkiyeyê ne û yên li vê erdnîgariyê dijîn birayên me ne. Welatiyên kurdên vî welatî hemwelatiyên me yên rêza yekem in, birayên me ne. Ew ji 85 milyon hemwelatiyên me yên li Tirkiyeyêne û tu awayî cudahê di nava me de tuneye.”

Kurtulmuş bal kişand ku “tu carî mirovan li gorî eslê xwe yê etnîkî ji hev venaqetînin” û got, “Ji hev cudakirina mirovan li gorî eslê xwe yê mezhebî û pêkhateyên etnîkî lîstika emperyalîzmê ye. Tirk, Kurd, Ereb li vê herêmê, Tirkmen, Fars, Êzidî, Şîe, Sunî û Elewî hemû yek gelên heman erdnîgariyê ne.

Back to top button