Polîtîk
Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê nû yê Swêdê kir

Roja 6.12.2022ê Nîçîrvan Barzanî serokê herêma Kurdistanê,pêçwazî li balyozê nu yê Swêd li Iraqê xatûn Jessica Svärdström kir û Barzanî wek balyoza nu ya Iraqê xêrhatina wê kir û serkeftin jêre daxwaz kir. Herweha serokê herêma Kurdistanê da xûyakirin ku, dê hemû awayî pişgiriya Svärdström bike.
Her du alî li ser pêşxistina peywendiyên Swêdê li gel Iraq û Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin û tekez li ser pêwîstiya hevkarî û hevkariyên hevbeş kirin, bi taybetî di warên ku ji bo her du aliyan girîng in, rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê, derfetên kar û veberhênanên li Iraqê û Herêma Kurdistanê û li ser pêşhatên Iraqê, şerê li dijî terorê û navçeyê bi giştî, nêrînên xwe danustandin.
سەرۆکایەتیی هەرێمی کوردستان – عێراق