Kurteçîrokek Rexneyî: Hahooo… kes nivîsê min naxwîne..

Ez dibêm, belkî ew jî dizanin ku ez nivîskarekî bi navûdeng im, hevsûdî ji min dikin. Lê heta du sal berê jî xelkê ji herêma Qazî, yên ji herêna Berzan û Şarezorê, yên Serhed û Dêrsima Seyîd Riza, yên Heymana û heta yên Ezdayî tevek nivîsên min dixwendin jî û diecibandin jî.

Zeynelabidîn Zinar

Pîra Fatê dema ji bazarê hat malê, dît ku va ye Hokoyê malxweyê wê hema porê xwe dikişîne, bi tepan li çokên xwe dixe, dike ax û wax û dijûn bi xelkê dike.

Fatê carek bala xwe dayê ku va ye Compûtera Hokoyî li erdê ye û bûye piçik û parî, fêm kir ku Hoko ji tiştekî zêvir bûye hem jî pir û gelek…

Fatê got:

. Îro çi bûye ji te ku tu wisan tevlîhev bûyî?

Hokoyî got:

. ”Hahooo… Kes nivîsên min naxwîne.

Dîsa Hoko qîr dan, dijûn bi xelkê kirin û bi tepan li xwe xist…

Fatê got:

. Te go çi, go çi?..

Hokoyî got:

. Keçê, jixwe van hevalên min pir ez qehirandime, qene tu zêde min neqehirîne…

Fatê got:

. Di vê tu bêjî, çi bûye bi te? Ez berî du saetan dema çûm bazarê, tu aram bûyî û wek caran dîsa tu li ser compureta xwe bûyî. Niha çi bûye, çi ciriyaye? Ka bêje?

Hoko dîsa qîr û awaz dan û got:

. Keçî, ev hevalên min…

Fatê got:

. Êêêê? Hevalên te çi kirine?

Hokoyî got:

. Keçê, niha 2021 hevalên min ên Facebookê hene. Hemû jî wek min rewşenbîr, nivîskar û hinek jî siyasetmedar in, lê gelek ji wan keç û jin in. Ez hewqas ezyet didim xwe û ji bo bipêketina vî zimanî dinivîsim, kes naxwîne û qenim naecibînin jî.

Fato got:

. wîîî… Mesele ev e? Bi te ji bo çi naxwînin?

Hokoyî got:

. Ez dibêm, belkî ew jî dizanin ku ez nivîskarekî bi navûdeng im, hevsûdî ji min dikin. Lê heta du sal berê jî xelkê ji herêma Qazî, yên ji herêna Berzan û Şarezorê, yên Serhed û Dêrsima Seyîd Riza, yên Heymana û heta yên Ezdayî tevek nivîsên min dixwendin jî û diecibandin jî. Lê niha nîç…

Fatê got mêrê xwe:

. Hey belqityo, hey kezebpetiyro, pirî ku tu şaşo paşo dinivîsî, ez bi xwe jî naxwazim nivîsên te bixwînim. Ma tu bi xwe dizanî ku tu çewan dinivîsî?

Hokoyî got:

. Ka bêje, mamosyeyê. Ez çewa dinivîsim?

Fatê got:

. Tu dema hevokên xwe dinivîsî, tu bepvekê ji Enqere û yek ji Bexday tînî, piştre tu yek ji Tehran û yekê jî ji Şama Şerîf tînî û cil û bergên Amedê li wan dikî. Ma heke xwîna peyvan ne yekrû be, çewa dê li hev bibanin?

Hokoyî got xanima xwe:

. Belqityê, nexwe ev pîşk ji binê zimanê te derketine ku kes nivîsên min naecibîne?

Fatê got:

. Na, na naaa… rastî ev e. Nivîsa meriv, an axaftina meriv, neynika meriv bi xwe ye. Hevalên te rind te di nivîsên te de dibînin ku tu çi teba yî, lewre ew nivîsên te naecibînin. Eger zimanê meriv xweş be, eger bihna genî ji nivîsa meriv neyê, eger zixt û dirêş di nivîsa meriv de nebin, eger nivîsa meriv ne kulek û topal be, eger nivîs ne wek şorbexavkê be, wê her kes bixwîne. Çima tu pêşî gazin ji xwe nakî?.

Hokoyî dîsa got:

. Fatê, bes ke, hew van gotinan bibêje. Yanî tu dibêjî, qey kêmasî ji min e?

Fati got:

. Erê Hoko, tu niheq î û hem jî xwe danaweşînî… Pêşiyên me gotine: Mar bi xebera xweş ji kuna xwe derdikeve. Lê xeberdana te û nivîsên te, mînane pîjikên jijûyî û di laşê meriv re diçin. Çewa dê bixînin?

Hokoyî got Fatê:

. Lê ez çi bikim?

Fatê gotê:

. Here, pêşî xwe fêrê çanda xelkî bike, toreya xelkê binase, xuy û tevgera xelkê bizanibe. Piştretir jî here xwe fêrê tewrên nivîsandinê bike. Hingê îcar tu dê bibînî, ka xelk nivîsên te dixwînin yanena!

Hokoyî got Fatê:

. Keçko, Wele min bîra van tiştan nedibir. Nexwe ez ê herim pêşî civatnasiyê bixwînim û di ber de jî zimên… Belkî hêvî Xwedê heye ku ez bibin sûdmendê zimanê xwe…

16/ 05/ 2021

Nerîna min :