PolîtîkRojev

YNKê hemû desthilatên Lahor radestî Bafil Talabanî kir

Polîtburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) hemû desthilatên hevserokatiyê yên Lahûr Şêx Cengî jê wergirtin û dan Bafil Talebanî û biryar jî îro dikeve warê cîbicîkirinê.

Biryara Polîtbûroya YNKê xala yekem a nivîsa civîna polîtbûroyê ye ku roja 15ê vê mehê derbarê pirsgirêka di navbera hevserokan de birêve çû û wek ku di biryarê de hatiye, “ji aliyê hemû hevalên Mekteba Siyasî (polîtbûro) ve hatiye pesendkirin.”

Biryara Polîtbûroya YNKê bi vî awayî ye;

-Hevserok Lahûr Şêx Cengî hemû desthilatên xwe bi hevserok Bafil Talebanî dide heta sererastkirina peyrewê

-Ev biryar di roja derçûnê de dikeve warê cîbicîkirinê

Biryara polîtbûroya YNKê îro der çû û ji bo nivîsingehên taybet ên herdu hevserok, Nivîsingeha Taybet a Biryarder û Kargêriya Mekteba Siyasî, endamên Mekteba Siyasî, Sekreteriya Encûmena Serkirdayetî û Nivîsingeha Taybet a Lêpirsînê ya Sekreteriyê, hatiye şandin.

Back to top button