CîhanRojev

Ewropa di bi din avê de ma…

Eve çend rojin li Almanya û hinek welatên din ê Ewropa barana ku dibare bûye sedemê lehiyên mezin û gelek ji hemwelatiyên van welatan jiyana xwe ji dest dane, bajarok di bin avê de mane û bi hezaran insan mane bê mal.

Li Almanya, Belçîka û Norveçê hêjmara kesên jiyana xwe di lehîyan de ji dest dane bûye 180 kes.

Barandina barana zêde li gelek welata elektrik qût bûye xelkekî maye di tariyê de. Li gora daxûyaniyên berpirsên Belçîkayê 27 hemwelatiyên wan jiyana xwe ji dest dane û gelek kes ji cihên xwe bar kirine û li deverên din hatine cih kirin.

Li welatên wek Holanda, Fransa û Britanya jî zererên mezin gihane hemwelatiyan.

Li Tirkiye jî devera Bahra Reş bajarê Rize gelek avahi di encama lahiyan de rûxane û 6 hemwelatiyan jiyana xwe ji dest dane û hinek jî windane hêja termên wan nedîtine.

Back to top button