PolîtîkRojev

PDK: Em bo hilbijartinên giştî yên Iraqê amade ne

 Berpirsê Dezgeha Hilbijartinan ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Xesro Goran ragihand, PDK beşdariyê di hilbijartinên pêşxwext ên Iraqê de dike û rêkarên yasayî yên Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Serbixwe cibicî dike.

Berpirsê Dezgeha Hilbijartinan ya PDKê Xesro Goran ji K24ê re ragihand, ew wek PDKê ji sala 1992an ve her dem ligel birêveçûna hilbijartinên pak, rewa û bê saxtekarî ne, ji bo wê mebestê jî wan çavdêr li ser sindoqên dengdanê li hemû navçeyên Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê datanîn.

Xesro Goran got, dibe ku vê carê hebûna wan li Kerkûk, Şingal, Xaneqîn û navçeyên din ên Kurdistanî nebe, ji ber ku baregehên wan hatine dagîrkirin û kadroyên wan li wan navçeyan nînin û namzetên wan nikarin bi asanî biçin wan cihan, lê tevî wê jî ew bi Bexdayê re hewl didin ku ew baregehên werbigirin û ta ku bi asanî biçin wan navçeyan.

Diyar kir jî, PDK li piraniya bazneyan de beşdarî hilbijartinan dibe û li zêdetir ji 30 bazneyan namzetên wan hene, ji bilî Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê, namzetên wan li gelek bajarên din ên Iraqê hene, wek Bexda, Wasit, Kerbela û hin cihên din.

Tekez kir jî, ew her hewlekê didin ji bo pêgeha PDKê li Encûmena Nûneran a Iraqê biparêzin û hewl didin jî ji bo pêgeha wê mezintir bikin.

Derbarê biryara Serokê Tevgera  Sedir a vekişandina ji hilbijartina bê ya Iraqê û egera ew biryar bibe sedema paşxistina hilbijartinan, Berpirsê Dezgeha Hilbijartinan ya PDKê got: “Her aliyek azad e çi biryarê bide, lê heta niha Tevgera Sedir daxwaza vekişandinê ji pêşkêşî Komisyona Hilbijartinan nekiriye.”

Back to top button