Cîhan

Kurê Şahê Îranê xwe kuşt

 

Kurê Şahê îranê yê mezin Riza Pehlewî, di malpera xwe ya taybet de ragihand ku, birayê wî yê kiçik Elî Riza li bajarê Boston li Amerîka, di mala xwe de xwe kuşt.

Li gora agahdariya di malperê de hatiye ragihandin, Eli Riza Pehlewî piştî mirina babê xwe li Misrê, gelek xemgîn bû. Mirina babê wî bandorek mezin li jiyana wî kirî bû, her demî xemgîn bû. Babê wî sala 1980-ê li Misrê wefat kirî bû.

Temenê Elî Riza Pehlewî 44 sal bû. Pehlewî li Amerîka li bajarê Boston dijiya.

Back to top button