Endamên Hîzbullahê serbest hatin berdan
Doza Hîzbullahê ya Amedê di 10 salan da neqedîyabû lê piştî guhertina zagonên nû endamên rêxistinê serbest tên berdan.
Piştî guhertina xala 102. ya CMK’yê (Qanûna Muhakeme ya Cezayê) 2 ji wan rêveber 5 endamên Hîzbullahê ji Girtîgeha Tîpa D ya Amedê serbest hatin berdan.
Bi guhertina diyarkirina demên girti ya Qanûna Muhakeme ya Cezayê (CMK) kesên ku li girtîgehêne yek bi yek serbest tên berdan.
Digel guhertîna nû endam û rêveberên Hîzbullahê ji Girtîgeha Tîpa D ya Amedê serbest tên berdan. Rêveberên Hîzbullahê yên bi navê Edip Gümüş, Mehmet Varol, Mustafa İpek, Sinan Yakut û Şehmus Kınay serbest hatin berdan yên bi navê Cemal Tutar, Fuat Balca, Mahmut Demir, Kemal Gülşen û Abdülkerim Kaya jî ji ber pirsgirêkên xwe yên leşkeriyê radestî berpirsyarên leşkeran kirin.
Li ser 10 kesên ku serbest hatin berdan qedexeya derketina derveyê welêt hate dayîn û divê her roj nêzîktrîn qereqolên polês yan leşkeran biçin û îmza biavêjin.