Kurê Muammer Kadafî ji zîndanê hate azadkirin…
Henîbal Qedafî, kurê serokê Lîbyayê yêberê Muamer Qedafî, piştî 10 salan di girtîgehê de ji ber windabûna Îmam Musa el-Sedr, li Lubnanê bi kefaleta 893,000 dolarî hate berdan.
Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Lubnanê NNA, Henîbal Qedafî, kurê serokê Lîbyayê yê ji kar dûrxistî Muamer Qedafî, ku nêzîkî 10 salan li Lubnanê hatibû girtin, piştî ku parêzerên wî kefaleta 893,000 dolarî dan, hate berdan.
Di 6ê Mijdarê de, Dadwerê Lubnanê Zahir Hammade berdana Qedafî pesend kir, kefaleta wî ji 11 mîlyon dolarî kêm kir heta nêzîkî 900,000 dolarî.
Henîbal Qedafî piştî ku di Kanûna 2015an de ji aliyê êrîşkarên nenas ve li Sûriyeyê hate revandin, birin Lubnanê û li wir hate girtin. Ji wê demê ve, ew di çarçoveya lêpirsîna windabûna Musa el-Sedr û du kesên din ên bi wî re de li girtîgehek Beyrûtê tê girtin.
Civaka Şîe li Lubnanê û Tevgera Emel rejîma Qedafî ji ber windabûna alimê olî yê Şîe Musa el-Sedr li Lîbyayê di sala 1978an de berpirsyar dibînin. Lêbelê, hikûmeta berê ya Lîbyayê van tohmetan red kir û îdia kir ku Sedr û kesên pê re ji Trablusê çûne Îtalyayê.
Henîbal Qedafî, ku di sala 1975an de ji dayik bûye, bi modela berê ya Lubnanî Eline el-Saqaf re zewicî ye û du zarokên wan hene.


