Cîhan

Kurê Kadafî dixwaze cihê babê xwe bigre

Rojnama New York Times di derbarê çareseriya pirsa Libyayê de nûçeyek balkêş belav kir. Li gora ku berpirsek bilin yê Libyayê agahdarî dayîn rojnamê ye, kurên Kadafî pêşniyariyek kirine û xwestine bila Muammer Kadafî xwe ji hukum bide aliyekî û desthilatdariyek demî di serokatiya Seyfulislam Kadafî de bête avakirin.

Li gora vê nûçeyê Kadafî dikare vê pişniyarê qebul bike. Lê nûnerê konseya nû ya li dijê rejima Kadafî Şemseddin Abdulmula  da xuyakirin ku ew vê pêşniyarê qabul nakin. Abdulmula dibeje ku, beweriyek heye ku Seyfulislam  Kadafî dixwaze hinek guhertin çêbibin, lê ev ne raste û ew jî wek babê xwe ye.

Şerê di nav hêzên hukumetê û hêzên muxalefetê de berdewame. Li gora hinek agahdariyan di nav hêzên muxalefetê de, kesên ku di demekî li Afganistanê hatin girtin û birîn Guantanamo jî hene. Ev yek dibe sedemekî ku Amerîka siyaseta xwe ya li himber Libyayê bi awayekî berçav re derbas bike.

Balkêş e ?
Close
Back to top button