Hevpeyvîn

Taha Berwarî sedemên mirina Cewher Namiq eşkere dike

Tekoşerê navdar Cewher Namiq Salim, 17.02.2011an birin nexweşxaneya Karolînska ya li Stocholma paytexta Swêdê. Li berbanga 22.03.2011an li kilînîka Karolînîska li nexweşxaneya Hodînge ya li Swêdê ji ber nexweşiya penceşêra kezebê jiyana xwe ji dest da.

 Yek ji kesên ji nexweşxaneyê heta gihandina termê wî bo Kurdistanê li gel de, Taha Berwarî bû û kesek pir nêzî bûheşta Cewher Namiq bû. Herwiha li gel Kurdek ji Bakurê Kurdistanê yê bi navê Memo û ew jî dostekî pir nêzî Cewher Namiq bû, ji aliyê Cewher Namiq ve wekalet hatibû dayîn ku diktor derbarê rewşa tendirûstiya wî de zanyariyan bide wan.

 Di vê hevpeyvîna Taha Berwarî ya li gel Rûdawê, zanyariyên derbarê nexweşiyên kek Cewher û hinek dîtinên wî yên berî jiyana xwe ji dest bide, li ser bûyerên niha yên Kurdistanê têxe ber çavan. Lê derbarê hûrîtiyên di nava rapora bijîjkî ya derbarê kek Cewher de got; ev girêdayî binemala wîne û nikare derbarê naveroka rapora wî de ti tiştê bêje.

 Rûdaw: Em dizanin hun kesek nêzî kek Cewher bûn û tê gotin, wekî mamosta jî şîret didan. Vê cara dawiyê dema hat Swêdê we bi xwe têkilî li gel danî yan jî ji vê derê daxwaz ji we hat kirin ku hun agehdariya çareseriya nexweşiya wî bin?

 Taha Berwarî: Kek Cewher bi xwe kanûna derbazbûyî li Swêdê bû û 04.01.2011’an vegeriya Kurdistanê. Em timî çi li Kurdistanê bin yan jî li Swêd, têkiliyên me yên xêzanî hebûn. Kek Cewher dostek ê binemala me bû. Despêka nasîbûna me vedigere bo salên heştêyan. Ew sala 1980’an çûbû Swêdê û ez jî sala 1982’an çûm. Ji wê demê ve û ev nêzî 30 salane têkiliyên min ên nêzîk li gel kek Cewher hebû. Timî amûjgariyên siyasî dida me. Em li wê derê penaber bûn û ew jî kesek di nava siyasetê de pijiya bû. Min vê dawiyê gelek caran jêre digot, kek Cewher xwezî ez ne li gel te bam û digot çima? Min digot, hemû jiyana me bûye siyaset, me ne keyf û ne jî jiyanek asayî jiyan kiriye. Pirtûk bi me dida xwendin. Ew bi xwe mirovek rewşenbîr û xwendekar bû, ji wan kesan hez dikir ên ku wekî wî heskirina xwendinê heyîn. Pir caran digot, ev pirtûk başe û nêrîn gûhertina me li ser gelek meseleyan hebû.

 Eger em biçin ser pirsa xwe, vê carê ji bo çareseriyê çawan hat Swêdê?

 Kek Cewher her sal carek-dû car dihat Swêdê û çi cara hatiban me hev didît. Wekî serokê yekem ê parlementoya Kurdistanê mijdara 1992’an hat Swêdê. Ez û Arî Reza ji YNK’ê raspardin da em bingehê nûnertiya parlemento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Swêdê damezirênin. Dema vê carê hatî, bi rastî min ne dizanî nexweşe. Roja 16’ê Adarê ji nivîsîngeha kek Nêçîrvan Barzanî têkilî li gel min hat danîn û gotin, kek Cewher wê ji bo çareseriya nexweşiyê bê Swêdê û xebera te jê hebe. Bi rastî ev ji bo min sûrprîz bû. Dema ku giha vê derê, min bi telefonê têkilî li gel danî, em di nava otomobîlê de bûn û li gel biraderekê diçûn gel bijîjk. Min jêre got, gazindên min ji te hene; ji ber te agehdarî nedaye min, ezê bêm û ez bi rêya nivîsîngeha kek Nêçîrvan hatime agehdarkirin. Got; “Zerek (Zerdûyî) a min heye û min ne dixwest kes nêzî min bibe.” Min gotê, vêca ev kengê pirsgirêke. Roja piştre min têkilî li gel danî û min jêre got, hun li kûderêne ezê bêm gel we. Got, “Diktor dibêjin baştire kes neyên serdana min, ji ber dibe ku nexweşiya te vegûheze.” Min çend caran ji bo piştrastbûnê bi telefonê li gel axivî û heya bi xwe got, “Ez li nexweşxaneya Karolînska bicih bûyîme.” Wisan dizanim 18’ê Adarê bû, ez li gel xêzana xwe çûm gel û li wê derê min temaşe kir rengê wî pir zer bûyî bû. Got, “Bijîjk niha dibêjin, ev ne zerike.” Li Ewrûpa yekser cûrê nexweşiyan ji nexweş re dibêjin. Dema min zanî ku nexweşiya penceşêrê ye, ez pir aciz bûm.

 Bijîjkan jêre gotibûn, we nexweşiya penceşêrê heye?

 Li Swêdê ev erkê bijîjke ku çi dema giha encamê, ji nexweş re bêje. Bi wê yekê pêwîste kek Cewher li 18’ê Sibatê zanî be. Bijîjkan jêre gotibûn, rewşa wî çawane.

 Moralê wî ketibû?

 Nexêr. Li himber pir bi moral û bihêz bû. Lê min hest bi wê yekê kir ku hewl dida ji xêzana xwe re nebêje û bi berdewam li gel bû. Li Ewrûpa jî sîstem wisane kes nikare bi berdewamî li nexweşxaneyê li gel nexweş bimêne. Lê kek Cewher bi awayek taybet li ber çav digirtin, ji ber hem dizanin kiye û hem jî gelek bijîjkên dostê wî hebûn. Lewra rê dabûn ku li wê derê bi berdewamî xêzana wî li gel be. Bi baweriya min wek şokek mezin bû, ji xwe nav anîna penceşêrê jî ne tiştek hêsane. Me jî ew yek li berçav digirt ku wî navî bikarneynin. Êdî ji bo em ji meseleya termînolojiya bijîjk û li ser daxwaza wî rastî pirsgirêkan neyên, rê ji min û kek Memo re hatibû dayîn ku li ser rewşa tendirûstiya wî zanyariyan wergirîn. Ji ber li nexweşxaneyên wê derê tenê jêre dibêjin, eger yekê pirs kir, dikarin bêjin li vê derê ye yan ne li vê derê ye? Ev wekî meseleyek veşartiye û li gel wan cêgirê. Ji bilî vê yekê jî tû nikarî biçî nava hûrîtiyên nexweş û eger bi xwe wekaletê nede te. Ya bijîjkan ji me re şîrove kirî, ew yek bû ji sêyan 2’ê cegera nexweş ketiye. Girêyek mezin di nava cigera wî de peyda biribû, wî girêyê derdora hemû kenalên cigera wî dûrpêçkiribû. Hewldana bijîjkan ew bû, çar kenalên ji bo derxistina zerîtiyê vekin û piştre jî wê girêyê bi neştergeriyê rakin. Ji ber ku bijîjkan digot, ti bijîjkek bi mejî nikare yekser wê girêyê derbêxe, ji ber ev yek ji navbirina jiyana wî kesî ye. Eger ev yek serketiban, wê demê dikarî wê beşa cigerê jê vekiriban. Ji ber ceger tenê cihê laşê mirove ku piştre bi xwe dirûst dibe. Lê dema nekarîn wan kenalan vekin, hewla derxistina wê girêyê serneket û êdî hêviya bijîjkan kêm bû. Lewra ew pêngavên ji bo neştergeriyê (emeliyat) avêtîn, nekarîn bikin. Penceşêra wî ‘Praymarî Liver Kanser’ bû û yek ji cûrên herî dijwar ên penceşêrê ye. Ya serpereştiya çareseriya kek Cewher dikir, ne tenê bijîjkek bû û hêjmarek bijîjkbûn. 12-15 bijîjkan ji bo pêngav avêtinê diciviyan û ji bo bi hevre biryarê bidin ku pêngava dûwemîn çi be. Bi wateya peyvê, hemû jî pispor bûn. Birêz serok bi xwe jî telefon da kek Cewher û bi berdewamî ji Kurdistanê dişopand.

 Dema kek Mesûd telefon dayiyê, hun li wê derê bûn?

 Belê, ez bawerim 4’ê adarê bû. Kek Cewher bi wê telefonê pir keyfxweş bû. Piştî vê yekê jî birêz serok bi rêya kek Sîdad Barzanî ve bi berdewamî dişopand. Cara dawî dema telefon dayî û dixwest ji rewşa tendirûstiya kek Cewher dilniya be, nêzî 4 saet berî ku wefat bike û li gel birayê wî kek Yawer diaxivî. Tiştek wekî emanet dîrokî divê bê behskirin, kek Nêçîrvan ji min re got; “Bi me başe hun bipirsin li kûdera cîhanê pisporên zîrektir hene û bibin wê derê.” Kek Nêçîrvan û nivîsîngeha wî timî rewşa tendirûstiya kek Cewher di şopandin. Di wê demê de çend caran telefon da min û got, ti sinorek nîne em di warê îmkanan ve fikra wê bikin, ji bo kûdera cîhanê pêwîst bû, bibin. Kek Nêçîrvan pir çareseriya wî dişopand, ji ber dostek pir nêzî kek Cewher bû. Tekoşîn, karîn û jîriya wî pîroz dikir. Lê kek Cewherê ku ji sala 1980’an ve li Swêdê, bi Swêdî dizanî û dizanî ew bijîjkên ku serpereştiya wî dikin, kesên pir jîrin û pişta wî pê qayîm bû. Eger na me gelek guftûgo li ser wê yekê kir ku bibin cihek din, lê bi xwe got, ‘Ez dixwazim li vê derê bim.’ Li Swêdê gelek bijîjkên Kurd hene û min jê pirsîn, li hinek welatên din jî bijîjkên nas hene. Birayê kek Cewher bi xwe li Yûnanîstanê balyoze û pirs kiribû. Herî dawî hemû li ser wê qenaetê bûn, ew nexweşxaneya lê baştire. Wekî cihê herî baş behsa sê cihan dihat kirin; ya yekemîn May Kilînîk li Amerîka, dûwemîn Lîdz Kilînîk li Birîtanya û ya sêyemîn jî ya Swêdê bû û digotin, ev nexweşxane li gel wan di heman astê de ye. Me gelek pirs kir û bi berdewamî me nêrîna kek Cewher jî werdigirt, lê bixwe dixwest li Swêdê bimêne. Roja 22’ê Sibatê bijîjkan ji Karolînska vegûhestin bo Kilînîka Karolînîska ya di nava nexweşaneya Hodînge ya li Stocholmê de. Di dema ku li nexweşxaneyê hinek rojan baş bû, diaxivî û li ser şîreta bijîjkan me tevger pê dikir. Ji ber digotin, eger tevger bike û xwarinê bixwe, dibe ku bihêz bibe û em bikarin emeliyat bikin.

 Dikarî tevger bike?

 Belê, lê hêdî-hêdî tevger kêm dibû. Ji 16’ê adarê ve rewşa wî ber bi xirabûnê ve çû.

 Kengê bi temamî tevgerkirina wî rawesta?

 Ji 18’ê adarê û şûn de. Roja piştî wê jî her taxivî, lê ji piştî nîvro ve êdî karîna bersivdanê nemabû û bi dest bal dikişand. Roj û nîvê berî ku wefat bike, êdî tevgerkirin bi tevayî nema bû. Bi rastî li gel nexweşiyê milmilanêyek pir ne asan hebû. Dema ku min ew milmilanê didît, ev yek dihat bîra min û me timî jêre digot: “Jiyan milmilanê ye.”

 Li wê derê gelek kes dihatin serdanê yan jî serdan sinordar kirî bû?

 Şîreta bijîjkan a ji bo me ew bû, xelk zêde neyên serdana wî. Ji ber ku demek dirêj bû kek Cewher li Swêdê, tora wî ya têkiliyan pir berfireh bû. Ez piştrastim niha jî gelek dostên wî, ji me aciz dibin. Lê em gihan wê baweriyê ku tendirûstiya kek Cewher ji erkek civakî û hevaltî giringtire. Lewra timî nêzî 10-15 kes li derve bûn û me wisan ne dikir ku gelek kes biçin serdana wî.

 Dîtinên kek Cewher yên derbarê bûyerên Kurdistanê de 

 Behsa rewşên siyasî yên li Kurdistanê dikir, bi taybet jî rojên ku hatî Swêdê li Kurdistanê bûyer pir germbûn?

Ew 16’ê Sibatê giha Swêdê û 17’ê Sibatê jî bûyerên Silêmanî dest pê kirin. Me hewl dida ku rewşek aram hebe, lê wî bi xwe behsa rewşê dikir. Nêrînên kek Cewher li ser wan bûyeran hebû, lê tenê tiştek ji min re got: “Eger te li gel biraderan (diyare armanca wî biraderên rêveberiya PDK’ê bûn) axivî, nêrîna min wisane eger çi bê kirin û baregehan jî vale bikin, bila tiştekê nekin ku bikeve ser PDK’ê.” Armanca wî ew bû, bihayê baregehekê ne ew e ku PDK bi wê sedemê karekê bike û zererê bigihêneyê. Ango armanca wî ew bû, şidet neyê bikaranîn. Ev yek ji min re gelek cihê ecêbmayînê bû, bi wê rewşa tendirûstiyê ve li ser textê nexweşxaneyê wisan difikirî. Ev dilsoziya ewqas zêde ya ji bo wê rêbaza ku tê de kar kirî û ji bo rewşa Kurdistanê jî.

 Hest bi wê yekê dikir ku ji bo lêdana PDK’ê tiştek heye?

 Belê min wisan hest pê dikir. Ji ber ku navê endamek ê serokatiyê anî û di pileyek bilind de ye. Ez li vê derê navê wî nabêjim û got: “Ji min re gotiye bila xebera we pir ji we hebe, pîlan û milmilanêyên zêde hene. Çi bê kirin, tiştekê nekin ku encamên xirab bi xwe re bêne.”

 Ji bo derketina ji vê rewşê, çi pêşniyarên wî hebûn?

 Bi rastî me biryar girtibû li gel pir behsa siyasetê nekin, ne tiştek baş bû di rewşek bi wî awayî wê guftûgoyê li gel bikin û eger bi xwe behs kiriban. Lê hinek caran bi xwe pirs dikir û digot, çi heye? Pirsa şer û kûştinên Lîbya jî dikir ku wê demê germ biribûn.

 Li ser Lîbya û Mûamer Qeddafî çi digot?

 Bi nêrîna wî gûhertinên mezin li navçeyên Rojhilata Navîn di rê de ne.

 Nûçeyek wisan hat belavkirin ku Cewher Namiq hatiye jehrî kirin, li gel xizim û kesên nêzî wî, ti gûmanek wisan hebû?

 Yê wisan dibêje, bila biselmêne. Wê demê xêzana wî dikarin bi belge nameyên nexweşxaneyê yên fermî bersiva xwe bidin. Eger yek biçe nexweşxaneya welatek Ewrûpî û bi taybet jî Swêdê, hemû tişt tê dokumentkirin ku kiye û çiye. Ti hêz jî nîne bikare dîtinên bijîjk li ser nexweşekê bigûherîne. Swêd ne Rojhilata Navîne, Ewrûpa ye û gimika rêzgirtina li zanistê ye. Lewra ti hêz nîne ku bikare nîşana gûman û pirsê li ser wê yekê dane ku ev tişt di dosyeyê de heye, tiştek sexte û hatî dirûst kirine. Wê demê ew kesane bi rastî wê rastî cezayên yasayî bên, ji ber nexweşxane bi xwe tiştek wisan napejirêne. Li Swêdê dû tiştên din jî hene, ew jî ew e ku dema kesek koç dike, li nexweşxaneyê dû awa hene ku mamele li gel hev bikin. Ya yekem eger sedema mirinê neyê zanîn, yasa neçar dike ku testê li ser çêkin û ev bi zorê ye. Lê eger kesek nexweşek diyar be û koç bike, ew testa neçarî nîne. Eger xwediyê wî daxwaz bike, tiştek cûda ye.

 Ji bo kek Cewher kesê daxwaz nekir?

 Nexêr, ji ber ku baweriya wan bi van gotinane nîne. Bi baweriya min ev tiştek siyasî bû. Tiştek pir ne mirovaneye, xêzanekê nexweşek wisan mezin hebe, tû biçî û bi tiştek bê bingeh êşek derûnî bidiyê. Li ti cihek ê cîhanê nirx nadinê, lê mixabin tiştên bi vî awayî li gel hinek xelkên Kurdistanê tê bawer kirin. Ez yek ji wan kesan im ku min pir-pir ji kek Cewher hes dikir û ez li gel xêzana wan têkelim, gûmanek min a herî biçûk jî di wê derbarê de nîne. Ji ber ez dizanim Swêd çawane. Hinek tişt hene mantiq napejirêne û eger tiştek wisan hebe, wê di encama testê de bê eşkerekirin.

 Nûçe berî jiyana xwe ji dest bide hatibû belavkirin, bi xwe ew nûçe ne bihîst?

 Nexêr, lê zarok û xizmên wî zanîn ku tiştek wisan hatiye belavkirin. Mixabin hinekan kanalan jî bi navê çapemeniya azad hatin û ew nûçe vegûhestin, di demek ku nabe nûçeyên bi vî awayî bê bingeh bidin xwendekarên xwe. Dê başe ez wekî kesek nêzî kek Cewher, niha daxwaza belgeyan ji kesên ku ew tişt belavkirîn dikim. Bila ew belgeyan bênin ku hatiye jehrkirin û ji bo em jî belgeyan nîşa wan bidin ku ne wisane.

 Kek Cewher zû-zû diçû serdana Swêdê û li wê derê test dikir, çima berê nezanî bû nexweşiyek wiha metirsîdar heye?

 Ya ku ez dizanim, pêwîstiya penceşêrê bi testa taybet heye û testa xwînê eşkere nabe. Dema kek Cewher çû testa xwînê, rêjeya kolîstrol û wan tiştan kir, hinek nexweşiyên din hebûn. Mînak, êşa ling hebû û zêdetir ji bo wê yekê dihat Swêdê. Vêca yek ji taybetmendiyên penceşêrê jî ew e ku dibe 10 salan bajo, piştî vê yekê karê xwe bike û çalak bibe. Ew girêya penceşêra kek Cewher pir mezin bû, lewra dibe ku demek dirêj be ew yek hebe û pê ne dizanî.

 Eger gotineke te hebe û me pirs nekiribe?

 Ez dikarim wê yekê bêjim, hêj ji bo wê koçê zû bû. Berhemê fikrên giring hebû û di rewşek wekî ya niha ya Kurdistanê de, tevlînebûna wî ya di dirûstkirina têkiliyan de kêmasiyek mezin dirûst dike. Timî dilê kek Cewher li gel wê rêbazê bû ku piraniya jiyana xwe di nav de xebitî bû. Dibe ku têbiniyên wî li ser me û we hebe, lê min xwe wekî xwedî datîna. Lewra ya kek Nêçîrvan Barzanî di merasîma pêşwazîkirina termê wî de xwendî, rastiya fikirîna kek Cewher bû. Herwiha ez gelek keyfxweşim ku pêşwaziya li merasîma termê kek Cewher, hemû aliyên nakok civand. Deshilat û opozîsyon jî li ser gotarekê kom kir, ew jî hoyê (exlaq) bilind ê kek Cewher ê wekî siyasetmedar û mirovek paqij bû. Herwiha ez keyfxweş bûm bi wî awayî pêşwazî lê hat kirin. Giringiya wê jî di wê yekê de ye xebat û mandîbûn, cihê rêzgirtinê ye. Herwiha pêşwazî di astek bilind de lê hat kirin. Herwiha dema ku min nameya serok Barzanî xwend, min zanî ku ji dil ve nivîsandiye û pir bi bandor bû. Çi kesê ku bixwîne, wê bizane têkiliyek pir kûr navbera xebata serok û kek Cewher de hebû.

Back to top button