Polîtîk

BDP naxwaze çareserî ji Ak Partiyê werê


Pirs: Ji berî hilbijartinan çelakiyên bê îtiadiya sivîl tansiyon li herêmê bilind kir.Gelo vekirina konên xweseriya demokratik li herêmê çeweye?

Siyasetek gelek bi nakokî dikin.Gotina bê îtiadiya sivîl di demokrasiyê de gotinek xweş e.Lê bê itiadiya sivîl de, tundî tuneye,kevir avêtin tuneye.Kevir di destê mirovan de be, ev ne bê îtiadiya siyasiye.

Pirs: Polis bi tundî midexaleya wan dike ji bo vê ev yek çêdibe.

Ev ne raste. Ji berê molotof têne amade kirin.Hinek hene her demî dixwazin tundî hebe. Ew tevlîheviyê dikin. Li pêş kesên sivîlin lê di navre grubên tevlîheviyê dikin hene.

Pirs: Başe armanca van çelakiyan çîye?

Em di arîfa hilbijartinan de ne. Dixwazin helwesta dewletê bi hişkî bidin nîşandan û li ser vê yekê propagandê bikin. Di siyaseta BDP-ê li ser ajitasyonê tê kirin. Şansek wan ji bo çareseriyê tiştekî bikin tuneye.Lê dema çareserî ji aliyê Ak Partiyê ve tê holê, gelek bi tundî li himber disekinin.

Pirs: Ji bo çareseriya pirsa kurd hêvî ji Ak-Partiyê hebûn. Lê tê gotink u ev hêvî vale derket. Rastî welê bû?

Operasyonek heye ku giringiya çareseriyê kêm bikin, ji bo vê jî hêvî gelek mezin hate nîşandan. Lê dema em tiştên ku hatîn kirin temaşe bikin rewş ne wek ku ev dibêjine. Wan digot ku, dê TRT6-ê di 3 mehan de bigirin gelo ma welê bû?  Ev demagojî dikin.Herkes dizanê partiya ku Tirkiye biguherê Ak Parti ye. Pirsa kurd ketiye di rêya çareseriyê de û Ak Partî dê wê vê yekê berdewam bike.

Pirs: Başe armenca vî şerî çîye?

Hinek hêz dixwazin li herêmê CHP cardin xort bikin. Grobên Islamîfobiya wan heyîn rolek mezin di heyîna şer de dileyzin.

Pirs: Pirsa kurd dawî hat?

Îro di pirsa kurd de 3 babet têne gengeşekirin. Daxwazî di 3 xalên bingehîn de ye. Yek ji wan di desturê de hevwelatiya destûriye.

Pirs: CHP jî piçgiriyê dike ku gotina Tirkitiyê rabe û şuna wê hevwelatiya Tirkiye cig bigire.?

Ev projeya me ye. Ev heta niha ji van tiştan direvin. Dê hevwelatiya  desturî di destura nû de cig bigire. Ji berê ve xebata ku dezgehên herîmî bêne xort kirin projek ya me ye, emê vê jî bikin.

Pirs: Başe projeya xweseriya demokratik jî ne ev yeke?

Xweseriya demokrati kli herêmê sistemek wek partiya Baas dixwaze.

Pirs: Di temsilê de adalet, ne giringe ku baraj bê kimkirin?

Raste divê baraj kêm bibe.Lê îro di van hilbijartinan de çênabe.Ez ji bo îro mejiyê di paş vê daxwaziyê de dibînim. Hinek dixwazin ev çêbe ji ber ku dixwazin ji bo doza Ergenekonê koalisyonekî pêkbînin. Yên wek Kanadoglu piş vê yekê ne.

Pirs: Daxwaziya bi zimanê kurdî perwerde bê kirin heye, ev pirs çewe bê çareserkirin.?

Divê ev pirs li Tirkiye bê gengeşekirin. Qedexkirina perweda zimanê kurdî ne insaniye û ne demokratike. Divê di vî warî de zemînek bête amade kirin biçekî wext jêre divê.

Pirs: Serdana Erdogan ya Erbil û hevdîtina li gel Barzanî liv ê derê çewe hat dîtin?

Serdanek gelek erênî bû, germiyek mezin hebû. Wek Barzani jî gotî, serdana  serokwezîr gavek bi cesaret bû. Bi vê serdanê xuyabû ku ew herêm nêzikî Tirkiye ye. Cengîz Çandar di nivîsa xwe de dibêje “ Piştî serdana li bajarên din, dema em gihatin Hewlêrê ez bê hesam ku em hatine mala xwe“ Vê serdanê gelek têgihandinên çewt ji holê rakir. Gelek baş bû.

Pirs: Dixweyê dê herêmê de ev hilbijartin di navbera Ak-Partî û berendamên serbixwe de derbas bibe..

Di hilbijartinê dawî de CHP-ê ji MHP-ê kêmtir deng girtin. Dengên bidin CHP-ê vale diçin. Partiyek heye ya Tirkiye ku dixwaze pirsê bi aşitiyek civakî çareser bike. Wek din partiyek heye ku li ser êşa xelkê bi slogana siyasetê dike. Ev hilbijartin di navbera partiya çareseriyê û partiya slogana de derbas bibe.

Pirs: Tê gotink u ji bo girtina kesên di doza KCK-ê de Ak Partî dengên xwe winda kiriye, ev raste?

Em girtina wan kesên ku hatîn hilbijartin teswîp nakin. Lê dadwerî ne di bin bandora me de ye. Em dêbêjin xwezî nebûya. Lê di vî warî de sucê rêxistinê heye. Ocalan dibêje ku; ji bo çi serokên şeredariyan rêxistinek ilagal ve girêdayine. Dema welê be rewş tê guhertin.
Siyaseta BDP-ê siyaseta tundiyê ye. Em gelek hewldidin kul i himber kesekî helwestên ne hukukî çênebin.

Pirs: Li gora we, wê agirbesta PKK-ê berdewam be?

Ocalan di axvtinên xwe yê dawiyê dibê je ku, wê heta hilbirtin xilas bibe ,dê agirbest berdewam be. Lê têznîn ku hinek grubên provakatîf jî di nav wan de hene. Berê li Bingolê kuştina 33 leşkera, dema doza girtina DTP-ê bûyera Reşadiye, Tezkere dihat gengeşekirin bûyera Aktutun çêbû. Ev delile ku hinek di nav wan de tundiyê dixwazin û di demên giring de çelakiyên provakatîf dikin. Yanî ihtimala vê yekê cardin heye.

 

Werger: Rojevakurd/JD

Back to top button