Kurdyar: Şev buhêrk

Şev bûhêrk
Hevalê min
Rêbwarê di vê Şevê de
Bi hêsirên xwere
Min biber
Xeza …
Yafa…û
Qudsê ve
DikŞîne…
Divê bînê de
SerxweŞiya xwîne
di bajarêmin de lidar dikeve
divê bînê de
ko em meyê vedixwin
Çixarên ji bîrkirinê
Di rûyê Şevê de vedukujin
Ala…Şehîdan
Li xewnan…
Zarokên…
Hemtayî zarokên wene
Têne alandin…
Dergehên kîn û dojehê
Li welatê min vedibin…
Hevalê min
Zarok …li her derê
Balendeyên buhiŞtêne
Bê tawan û omîdin
Paytextên…
Hêsirên…
Timsahan…
Liser we dibarînin
Tola neÇariyên xwe
bêŞerm…ji me
dest vala û sêng taziyan
bi hovane distînin…
mebêje ne mîna hevin‼
bêhna xwînmijan
eynî bîne…
eynî bîne…