Civak

Kurdistanê welatiyên xwe ji Almanyayê vegerand

Li ser raspardeya Mesrûr Barzanî Serokê Hikumeta Kurdistanê 107 welatiyên Kurdistanê ku ji ber rawestana geştên asmanî, li Berlîna paytexta Almanya asê mabûn, ji bo welat hatin vegerandin.

Proseya vegerandina welatiyên Kurdistanê bi hemahengiya di navbera Fermangeha Peywendiyên Derveyê Hikumeta Kurdistanê û Wezareta Derveyê Iraqê bûye.

Ew welatiyên Kurdistanê îşev gihiştin Balafirxaneya Navdewletiya Hewlêrê û ji ber rêkarên rûbirûbûna nexweşiya şewba Korona wê heta 14 rojan bêne karantîne kirin.

Back to top button