Hevpeyvîn

Kurdistan xewna serxwebûnê zindî digre û xwe digihîne Yekîtiya Ewrupa

(Kurdistan xewna serxwebûnê zindî digre û xwe digihîne Yekîtiya Ewrupa) serdêra hevpeyvîneke M. Apelblat ê rojnamevanê The Brussels Times e, ku di derbarê rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê de, li gel Dîlawer Ajgayî Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Yekîtiya Ewrupa encam daye.

Rojnameya The Brussels Times ji Nûnerê Kurdistanê yê Yekîtiya Ewrupa dipirse, gelo xewn û xeyala xelkê Kurd ya ji bo serxwebûna Kurdistanê hê jî berdewame, yan êdî wiha bawere ku divê çarçêweya destûrê de li gel Iraqê bijîn? Dîlawer Ajgayî Nûnerê Kurdistanê jî bersîva xwe de dibêje: Serxwebûna Kurdistanê xewn û xeyala hemû Kurdane û em wiha bawerin çawa ku mafê neteweyên din hebe, mafê me jî heye.

Her wiha Nûnerê Kurdistanê li Yekîtiya Ewrupa dide zanîn û dibêje: Ji xwe li sala 2003 piştî ku rejîma Seddam Huseyîn rûxa, derfeta me hebû, em serxwebûna xwe ragihînin, lê wê demê me biryar da li gel Iraqê di nava yek dewletek de bi mafên xwe yên wekhev da bi pêkve bijîn. Ji bo mafên xwe yên neteweyî mîsoger bikin, em li gel Iraqê li ser destûreke nû pêkhatin. Lê mixabin heta niha ew destur nehatiye bicîhkirin û gelek caran hatiye binpêkirin. Ji bo wê yekê jî em neçarbûn ku bi rêya rapirsîn û referandumê ji xelkê xwe, paşaroja xwe ya li gel Iraqê bipirsîn.

Back to top button