
Bi mebesta îmzakirin û wajokirina protokola karê hevbeş û dirustkirina peywendiya bazirganî, şandekî Yekîtiya Jûrên Bazirganiyên Kurdistanê gihişte welatê Srîlanka.
Karwan Sedîq Peyvdarê Jûrên Bazirganî û Pîşesaziyên Herêma Kurdistanê ragihand “Yekîtiya Jûrên Bazirganiyên Herêma Kurdistanê ku ji Serok û Cîgirên Jûrên Bazirganiyên Herêma Kurdistanê gihîştin Srîlanka.
Her wiha ragihand “Ev serdan li ser vexwendina Srîlanka bûye ku serdana Wezareta Bazirganî û Pîşesaziya wî welatî dikin û armanca wê serdanê jî îmzakirin û wajokirina protokolekî bazirganî û hevdû têgihiştina li navbera Jûrên Bazirganiya Srîlanka û Yekîtiya Jûrên Bazirganiyên Kurdistanê. Her wiha balkişand li ser wê yekê ku şanda bazirganiya Herêma Kurdistanê serdana çend kompanyayekî wî welatî dikin û serdana çend karxane û kargehên pîşesaziyê dikin.