Nivîsar

Kurdistan û nijadperestiya Tirka

Li Tirkiye dema kesek gotina Kurdistanê bi kar bîne desthilat û dadgehên di bin desthilata MHPê de bi hesanî dikare di derbarê kesên ku gotina Kurdistanê bi karanîn de doza veke û wan ceza bike. Ya ji vê jî xirabtir dozerên dewletê bi hesanî wan kesa bi ” kirina peopagandeya rêxistina terorist” itham dike û dozê vedike. Ev yek siyaseta dewleta Tirke û serkaniya şovenî û nijadperestiya mejiyê îdeolojiya fermî ya dewletê ye.

Di dema serokweziriya Erdogan û desthilatdariya AKPê de, Erdogan bi xwe gelek cara gotina Kurdistanê bi karaniye û heta ji bo vê jî serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu û serokê MHPê Devlet Bahçelî bi tundî rexne kiriye.

Erdogan di civina gruba AKPê de  gotibû ku: di zeptên parlementoyê de ”Kurdistan” derbas dibe. Bila herin arşîva parlementoyê binêrin dê ”Kurdistanê” bibînin. Li ser vê axaftina Erdogan parlementerên AKPê hemû rabûn serpiya û li çepka dan. Herweha di axavtinek din ya xwe de Erdogan MHP rexne dike û dibêje: Ev tiştek ji dîrokê nizanin , bila herin dîroka împaratoriya Osmanî binêrin,dê ”KURDISTAN”ê bibînin. Dema Osmaniyan de eyalet a Kurdistanê hebû.

Bê guman ev axavtina Erdogan li gel mejiya sistema dewleta tirk re ne digunca. Erdogan ji aliyê CHPê û MHPê ve gelek ji bo vê yekê hate rexnekirin.

Lê piştî Erdogan dest hevalbendiya MHPê kir û wê de, di aliyê fikrî de ket di bin bandora MHPê de û gelek cihan de da xûyakirin ku,deverek bi navê wê Kurdistan be tuneye.

Sala 2021ê rojnemevanekî pirsek ji serokê CHPê Kiliçdaroglu û got: Hinek dibêjin Kurdistan hun ji vê yekê aciz dibin?

Kiliçdaroglu di bersiva Xwe de dibêje: Ez ji gotina ”Kurdistan” aciz dibim. Kesekî rojekî ev gotin ji devê min seh kiriye?

Di kongereya CHPê ya şaxê Diyarbekirê  de Rûdawê li gel endamê Meclisa CHPê Newaf Bilek hevepvike kir û Bilek gotibû: Encamên hilbijartinê ji bo Diyarbekirê , Tirkiye û cîhanê li ser xêrê bin. Diyarbekir di mintiqeya me ya Kurdistana Tirkiyê de bajarekî mezin e û dîrokî ye. Ez bi xwe jî Sêrtê  me, lê herêmê û Diyarbekirê baş nasdikim. 

Serdozerê Diyarbekirê têkildarî axavtina Endamê Meclisa Partiyê ya CHPê Newaf Bilek a 10ê Îlonê di Kongreya CHPê ya Diyarbekirê de ku ji Rûdawê re axivîbû dest lêkolînê kir û ji ber van gotinan bi hincêta “propagandaya rêxistina terorê” li dijî Bilek lêpirsîn da destpêkirin.

Daxûyaniya Bilek gelek hat rexne kir û taybetî medya nijadperest û Kemalist a Tirk di medya civakî de û nûçeyên xwe de êrîşê Newaf bilek kirin.  Mixabin hinek xwe nenasên ku heta wek vê gavê helwesta wan li himber siyaseta dewleta Tirk ne diyare jî qaşo rexne kirin ku, çewe Bilek dibêje ”Kurdistana Tirkiye” û negotiye ” bakurê Kurdistanê”.. Ev jî mûsibetaka siyasî ya hinek kesan e.

Dewleta Tirk gelek bi zanebûn dozan  bi hênceta ”propagandaya rêxistina terorê ” li dijê Kurda vedike.Hinek endamên tevgera Ciwanên Kurdistanê bi hinceta ”propagandaya rêxistina terorê” hatin dadgehkirin û ceza xwarin.

Dewlet nikare tenê ji bo gotina Kurdistanê ceza bide kesekî. Ew parastina xwe di dadgehan de valehiya huquqa Tirkiye didin kifşkirin. Lê bi gotina henceta ”propagandaya rêxistina terorê” ku armanca wan PKK ye gelek bi hesanî xelkekî ceza dikin û rêdikin girtigehan de.

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê gelek kesên ku dijê siyaseta PKKê û li ser xetek netewî Kurdistanî tevdigerin bi hênceta propagandaya PKKê ceza wergirtine û ketine girtigehan de.

13.9.2022

Nêrîn/Şirove

Back to top button