Serokê Herêma Kurdistanê digel Balyozê Qeterê civiya

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, roja sêşemê 13.09.2022ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya li birêz Xalid Bin Hemed Elsilêtî Balyozê Qeterê li Iraqê kir.

Di civînê da, têkiliyên Iraq û Herêma Kurdistanê digel Qeterê, rewşa siyasî ya Iraqê û pêşhatên wê yên dawiyê, xebatên vekirina Konsolxaneya Qeterê li Hewlêrê di paşerojê da, derfetên veberhenana Qeterî li Herêma Kurdistanê û amadekariyên Qeterê yên ji bo Mondiala cîhanî 2022 gotûbêj kirin.

Her du aliyan tekîd li ser xwesteka Qeter û Herêma Kurdistanê ya ji bo zêdetir pêşxistina têkiliyan û hevkariyên hevbeş û berhevkirina aqarek xweş ji bo veberhenana Qeterî di kert û warên cuda yên li Herêma Kurdistan û Iraqê kir, herwesa, her du aliyan behsa girîngiya geştên raste rast yên xeta asîmanî ya Qeterî ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kirin

Girîngiya aştî û aramiya siyasî li Iraqê ji bo hemû navçeyan û pêwendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê digel welatên cîran û herêmî û çend pirsên din xwedî berjewendiyên hevbeş in, mijarên din yên hevdîtinê bûn.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: