Kurdistan ne Efxanistan û Hewlêr jî ne Kabul e!
Di her egerekê de wê kurd ti carî nehêlin Hewlêr bibe Kabul û Kurdistan jî bibe Efxanistan. Neyar niha vî benîştî dicûn û em bi bîr bînin neyarên Kurdistanê di her qeyranekê de li dahola karesatê didin û dixwazin Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serok Barzanî û Nêçîrvan Barzanî xirab nîşan bidin.
Loqman Hasan Ertaş
Stêrka geş a Kurdistanê li ser deste du serokên ciwan ê Herêma Kurdistanê – Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî roj bi roj geştir dibe û pêgeha Herêma Kurdistanê li Rojhilata Navîn û cihanê diyartir dibe. Nimûneya herî dawî serdana Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron bû ji Hewlêrê û civînên wî yên ligel Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bû.
Di demeke wisa de ku Herêma Kurdistanê ji aliyê dîplomasiyê, enerjiye û jeotstratejiyê ve derdikeve pêş û destê wê bihêz dibe, kirêgirtiyên dewletên dagirkerên Kurdistanê goya ‘’nivîskar û siyasetmedar in’’ îddîa dikin ku bi vekişîna Amerîkayê ji Iraqê wê Herêma Kurdistanê jî bibe weke Efxanistanê û wê Hewlêr jî bibe weke Kabûl e.
Ev şîrove bi meqsed û bi armanca dilxweşkirina kirêgirtiyan û çandina tirsê û bêhêvîkirina milletê kurd ji aliyê çend kesan ve demekê de di medyaya civakî de tê gotûbêjkirin.
Herî dawî cenabê Serok Mesûd Barzanî li ser berawirdkirina Efxanistanê û Kurdistanê peyamek belav kiribû û gotibû: ‘’Pêwîste hemû aliyek baş bizanin ku her mîlletek eger pişt bi xwe û şiyanên xwe nebestê herdem egera gef û li navçûnê jî li ser heye. Palpiştiya xelkê jî wê demê bihaya xwe heye û bi bandor dibê ku em bi xwe hebîn û îradeya me hebê.’’
Serok Barzanî destnîşanî bi rola Pêşmerge jî kiribû û ragihandibû: ‘’Cûdahiyeke zêde li navbera Efxanîstan û Kurdistanê da heye. Cûdahiyeke zêde jî li navbera Pêşmerge û artêşa Efxanîstanê de heye. Pêşmerge zadeyê dîrok û xwîn û rondikên gelê Kurdistane. Xwediyê sedan destanên dîrokî û qehremaniyê ye. Mînakên destana Korê û têkşikandina efsaneya DAIŞê û destanên Pirdê û Sihêla ku neyarên Kurdistanê plana wê yekê hebû îradeya gelê Kurdistanê bişkînin, lê belê Pêşmerge û gelê Kurdistanê bi xweragirî û îradeya polayî plana neyar û dijminan hilweşand.’’
Roj bi roj rûdanên nû li Rojhilata Navîn pêk tên gelek welat rastî şikestinan dibin û ew welatên dawî li mîrektiyên kurdan anîn û li ser axa kurdan bi zorê xwe sepandine jî ber bi rûxanê ve diçin. Delîlên vê yekê gelek in û herkesê haya wî ji wî hebe û xwe naskiribe dizane ku ne Sûriyeya malbata Esed wê bimîne û ne jî Iraqa şîeyên şovenîst wê bimîne.
Herçend weke 2 welatên xwedî împaratoriyên kevn bên naskirin û qebûlkirin jî herdu rejimên Enqerê û Tehranê jî ber bi rûxanê ve diçin û êdî ne fantazma şîetiyê Îranê ne jî dirûşmeyên ‘’ummetê’’ wê Tirkiyê xilas bike.
Kurdan li Herêma Kurdistanê pişta xwe bi hêza xwe bestine û û bi wê çanda xwe ya pêkvejiyanê ku li Kurdistanê bi cî kirine û hemû nirxên cihanê jî diparêzin xwedî gelek dost in.
Di her egerekê de wê kurd ti carî nehêlin Hewlêr bibe Kabul û Kurdistan jî bibe Efxanistan. Neyar niha vî benîştî dicûn û em bi bîr bînin neyarên Kurdistanê di her qeyranekê de li dahola karesatê didin û dixwazin Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serok Barzanî û Nêçîrvan Barzanî xirab nîşan bidin. Lêbelê hertim ew şermende derketine.
Serdana Serokkomarê Fransayê peyamên wî yên li Hewlêrê delîlên wê yekê ne ku kurd xwedî hevpeymanên rasteqîn in û di parastin, rêveberina welatê xwe de wê hevpeymanên wan ligel wan bin.