Kurdistan li hemberî Morîtanyayê 3-1 bi ser ket

Tîma Kurdistanê di leyîstoka yekemîn a li beramberî Morîtanyayê de 3 bi 1 bi ser ket.
Duhî (15.05.12) saet 17.30an tîma Kurdistanê di lîstoka xwe ya yekemîn a kûpaya Filistînê ya navneteweyî de li beramberî tîma Morîtanyayê hat beramberî hev. Tîma Kurdistanê bi 3 golên li beramberî 1 ê bi ser ket. Di lîstikê de ala Kurdistanê hat bilindkirin.
Li ser daxwaza Yekîtiya Topa Pê ya Filistînê, Yekîtiya Topa Pê ya Kurdistanê bi awayek fermî ji bo beşdarbûna kûpaya navneteweyî ya Filistînê hat vexwendin. Tîma Kurdistanê wê lîstoka xwe ya dûyemîn 19ê gulanê li beramberî tîma Endonezyayê encam bide. Tîmên ku beşdarî vê kûpayê dibin, li ser 3 grûban hatine parvekirin û lîstok wê li ser 5 lîstokên cûda bên encamdayîn.
Herwiha kûpaya VİVA di rojên 06-09.06.2012an de li Herêma Kurdistanê tê encamdayîn û tê texmîn kirin ku tîma Kurdistanê ligel tîma Qibrisê (Aliyê Tirkiyê) bileyîze.
Kupaya navneteweyî ya VİVA, di navbera welatên otonom û welatên ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve wekî welatên serbixwe nehatine naskirin ve tê encamdayîn. Di hevrikiyên îsal ên kupaya VİVA 2012an de tîmên 12 netewe û herêmên cûda dileyîzin û yek ji wan jî Herêma Kurdistanê ye. (Rûdaw)