Polîtîk

Barzanî: Divê kultura tûrîzmê li Kurdistanê bê teşwîq kirin

 

Duhî (15.05.2012) li Hewlêrê di bin serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê û bi amadebûna Îmad Ehmed cîgirê serokwezîrê Kurdistanê, 16-emîn civîna civata abûriya herêma Kurdistanê hat saz kirin. 

 

Di civînê de rewşa tûrîzmê li herêma Kurdistanê hat nirxandin û ew yek hat destîşankirin ku, giringiya tûrîzmê sal bi sal zêde dibe û hijmara tûrîstan li cîhanê ber bi zêdebûnê diçe û li ser wî esasî divê kar ji bo pêşxistina sektora tûrîzmê li herêma Kurdistanê bê kirin. 

Li gor raporekê ku dicivînê de hat berçav kirin, hijmara tûrîstan bo herêma Kurdistanê bi awayekî mezin ber bi zêdebûnê diçe; di sala 2007ê de 377 hezar tûrîst hatine Kurdistanê. Di sala 2011ê milyonek û heft sed hezar û tê çaverê kirin ku di sala 2015ê de 4 milyon tûrîst, ji navxweya Îraqê û dewletên cîhanê, serdana herêma Kurdistanê bikin. 

Li ser rewşa tûrîzmê li herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di civînê de got: 

– Hikûmet dê bi cidî giringiyê bide sektora tûrîzmê, bi awayekî ku tûrîzm li herêma Kurdistanê bibde jêderekî sereke bo dahattiniyê netewî. Ji bo vê yekê jî hikûmet dê hemû piştgirî û hêsankariyan ji pirojeyên di warê pêşxistina tûrîzmê de bike. Em dê bi îradeyek xurt kar ji bo vê armancê bikin. 

– Heta nuha kultura tûrîzmê li herêma Kurdistanê nebûye, ji ber hindê divê di hemû waran de kar ji bo geşepêdan û pêşxistina sektora tûrîzmê bê kirin. Di warê akademîk jî de, divê zanîngehên Kurdistanê zêdetir giringiyê bi xandina pirsa tûrîzmê bidin û di amadekirin û perwerdekirina staf û kadiroyên warê tûrîzmê de rola xwe biliîz in. Divê giringî bi sektora taybet bê dayîn û piştbestin bi sektora taybet bibe stratejîya pêşxistina tûrîzmê li herêma Kurdistanê. 

Ji bona pêşxistina tûrîzmê li herêma Kurdistanê di civînê de çend biryar hatin dan: 

1- Beşa tûrîzmê li wezareta şaredariyê bê vekirin û ew di warê tûrîzmê de bibe konseyek serbixwe. 

2- Çend cîyên giringên tûrîzmê li her sê wîlayetên herêma Kurdistanê; Duhok, Hewlêr û Silêmaniyê weke herêmên tûrîzmî yên mezin li ser astê herêma Kurdistanê û Îraqê, bên amade kirin. 

Her di vê civîna civata abûriya herêma Kurdistanê de, rewşa bankayên herêma Kurdistanê hat nirxandin û biryar hat dan ku, bankayên Kurdistanê û xizmetên wan bankayan li herêma Kurdistanê ji nûve bên rêxistin, baştirkirin û çalakirin daku, bi hêsanî bankayên Kurdistanê xizmeta hevwelatiyan bikin. Herwesa biryar hat dan ku, wezareta darayî di cîbicîkirina pirojeyê dabeşkirina meaşan bi rêya bankayan lezî bike. 

Herwesa biryar hat dayîn ku di nava heftiyekê de hemû pirsgirêkên bursaya Kurdistanê bên çareserkirin û bikeve di xizmeta hevwelatuyan de. (KRG)

 

Back to top button